AMED - Odeya Tabiban a Amedê diyar kir ku dê îsal xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 14'ê Adarê Hefteya Tipê bidin Nivîskar Asli Erdogan û girtî Dr. Serdar Kunî.
Odeya Tabîban a Amedê, îsal dê xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" ya 14'ê Adarê Hefteya Tipê ku her sal pêk tînin bidin Endama Lijneya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, nivîskar Asli Erdogan a hat girtin û berdan û Dr. Serdar Kunî yê dema li Cizîrê dixebitî hat binçavkirin û girtin. Odeya Tabîban a Amedê têkildarî xelatê li salona odeyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demîr, diyar kir ku wekî Odeya Tabîban ji sala 1990'an heta niha xelatên aştî, demokrasî û dostaniyê didin û wiha got: "Em hem li herêmê û hem jî li welêt di nava şerekî dijwar de derbas dibin. Hemû mafên bingehin û mafê azadiyê ji holê rabûye. Lêgerîna maf û azadiyê bi tundî û zextan tê binpêkirin. Hevserokên Partiyan, Hevşaredar û kedkar bi deh hezaran kes hatin girtin. Bi sed hezaran kedkarên cemaweriyê bi KHK’ê hatin îxrackirin. Nirxên akademîk hatin binpêkirin. Li dijî kedê êrîşên pir dijwar hene. Tu kes xwe di ewlehiya hiqûqê û tenduristiyê de nabîne. Dixwaze her tiştî bi tirsê belav bikin.
YÊN TÊDIKOŞIN HÊVIYÊ MEZIN DIKIN
Demîr, da zanîn ku yên li dijî vê polîtikaya tundiyê bi înad tedikoşin û li wîjdan xwedî derdikevin civakê li ser piyan dihêle û hêvîyê didin civakê û wiha got: Yên têkoşîna aştî, dostaniyê û demokrasiyê dimeşînin, hêviyê mezin dikin. Yên pira navbera gelan ava dikin, em dikarin bi xêra wan li ruyê hev binerin. Divê em ji bo aştî û dostaniyê heviyên xwe biparêzin. Divê em karibin bi hevne di nava aştiyê de bijîn. Em ji bo dîsa heviya aştî û demokrasiyê mezin bikin em di 14'ê Adarê Hefteya Tipê de wekî Odeya Tabîban a Amedê çanda 1990’an a xelata aştî dostanî u demokrasiyê berdewam dikin.
Demîr, anî ziman ku endamên jûrî biryar dan ku îsal xelata aştî dostanî û demokrasiyê bidin kesên di vê rêyê de têkoşiyan û ked dane. Ji ber vê yekê dê îsal xelatê bidin Nivîskar Asli Erdoğan Dr. Serdar Kunî yê di nava şert û mercên zor û zahmet de li mafê gel ê tenduristiyê xwedî derketiye û ji ber vê yekê hatiye girtin. Demîr, anî ziman ku ji bo xelatê Asli Erdogan li ser navê Dr. Serdar Kunî malbata wî dê di merasima xelatê de cih bigirin. Demîr xwest hemû kesên ji bo aştî, dostanî û demokrasiyê dilxwaz in û têdikoşin di bernameya wan de cihê xwe bigire û hemû dawetî bernameyê kirin.
Merasima Xelatê dê bi tevlêbûna Asli Erdogan û malbata Dr. Kunî di 12'ê Adarê de li Plaza Otelê pêk bê.