Meclîsa Jinan a HDP'ê Xerabê Bava ziyaret kir

MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê gundê Xerabê Bava ziyaret kir û bi jinan re hatin cem hev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li gund daxuyanî da û diyar kir ku dê jinên Xerabê Bava bi tenê nehêlin mil bidin milê jinên gund.

Heyeta Meclîsa Jinan a HDP'ê ku di nav de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Saatdet Becerîklî û endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hebûn gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ziyaret kirin. Heyeta Meclîsa Jinan bi jinên gund re hatin cem hev û piştgirî dan wan. Heyetê li gund jinên ku di qedexeyê de rastî zordariya leşkeran hatine guhdar kirin. Piştî ziyaretê heyetê bi jinên gund re daxuyanî da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr di daxuyaniyê de bal kişand êrîş, îşkence, destdirêjiya li dijî jinên kurd û wiha axivî: "Weke jinên Meclîsa HDP'ê me xwest em jinên gundê Xerabê Bava ziyaret bikin û di vê hefteya 8'ê Adarê de nîşan bidin ku em bi wan re ne. Ev konsetpeke tundiyê ya li ser jinên kurd e û ne niha destpêkiriye. Ev êrîş me li Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever û Şirnexê dîtin û niha jî li Xerabê Bava berdewam dike. Lê li hember vê yekê em ji berxwedana xwe gav paşde navêjin."

Taşdemîr da zanîn ku di serdegirtina malan de 4 jinên ji Xerabê Bava jî hatine binçavkirin, her wiha di binçavkirinê de gotinên cinsî ji bo wan hatine gotin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li vî gundî j bilî şewitandin, hilweşadin û qetlîamê 4 jin jî hedef hatine girtin û ev yek tiştek bi pergalî ye. Li Kurdistanê çawa tçkoşîna jinan hedef tê girtin ev yek li vî gundî jî pêk hatiye. Li vir di dema binçavkirinê de gotinên cinsî li hember jinan bikar anîne. Em çawa li her derê têkoşîna jinan xurt dikin em ê têkoşîna jinên Xerabê bava jî xurt bikin û mil bi milê wan re bin. Em bang dikin hemû jinan ku milê xwe bidin milê jinên Xerabê Bava."

Piştî daxuyaniyê heyet ji gund veqetiya.