AMED - Di operasyona li dijî xebatkarên rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin de Xwediyê Îmtîzayê yê Azadiya Welat Ramazan Olçen jî di navde 8 xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin. Xebatkarên rojnameyê 2 rojin di bin çavan de tên girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Amedê de di 5'ê Adarêde li dijî xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin de operasyon pêk hat. Di operasyona duh dest pê kir de, heta niha 8 xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Rojnamegerên li Amed, Semsûr û Edeneyê hatin binçavkirin anîn Amedê. Duh Xwediyê Îmtîzayê yê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen, rojnameger Haci Yusuf Topaloglu hatin binçavkirin. Piştre belavkarên rojnameyê jî di navde bi giştî 8 kes bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Ametê tên rawestandin wiha ne: Ramazan Olçen, Haci Yusuf Topaloglu, Sadik Aras, Mehmet Emîn Kaya, Serdar Kale, Seydoş Dayan û Ozkan ê paşnavê wî nehat zanîn.