Rojnameger Azçaişan hatin berdan

EDENE - Li Edeneyê jî belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasi û Rojeva Medyayê Selim Azçalişan ê roja berê li Edeneyê hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasi û Rojeva Medyayê Selim Azçalişan ê roja berê li Edeneyê hat binçavkirin, piştî îfadedayîna li Muduriyeta Polîsan a Edeneyê, sewqî dozgeriyê hat kirin. Azçalişan li dozgeriyê serbest hat berdan. Hat zanîn ku, bi hinceta nasnameya çapemeniyê ya Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin li ser Azçalişan bûye, bi "Propagandaya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin.