EDENE - Li Edeneyê, bi hatina biharê re, welatiyê bi navê Haci Ali Koyun ê ji bo zarokan bi çêkirina bafirokan debara xwe dike, 6 sal in bafirokan çêdike. Koyun, bi çêkirina bafirokan hem debara malbata xwe dike, hem jî pê dilê zarokan xweş dike.
Bi hatina biharê re, li Edeneyê zarok dest bi lîstin û firandina bafirokan kirin. Welatiyê bi navê Haci Ali Koyun (45) ê ji bo zarokan bafiroka çêdike, hem pê debara malbata xwe dike hem jî pê dilê zarokan xweş dike.
‘KAREKÎ XWEŞ E’
Koyun, anî ziman ku 6 sal e li kuçeyan bafirokan çêdike û pê debara malbata xwe dike. Koyun, diyar kir ku çêkirina bafirokan karekî xweş e û got, bi dawîbûna demsala bafirokan re ew li gel hesabgêrekî dixbite. Koyun, diyar kir ku ew li kêleka qenalan an jî li gundan qamişan berhev dike û wiha behsa çêkirina qamişan kir: “Qamişên berhev dikim, pêşî bi kêrê wan paqij dikim. Paşê dipîvim û li gora wê çîteyan çêdikim. 3 çitayan bi awayekî 6 goşeyî eyar dikim. Paşê bi naylon û kaxezan ser wan digirim. Paşê benik bi du çîteyan ve girêdidim û teriya wê çêdikim. Herî dawî jî eyara bafirokê bi benik çêdikim û temam dibe. Herî zêde 30 deqîqe ji wextê min dixwe.”
Koyun, dest nîşan kir ku herî zêde bafirokên rengên sembola biharê ne tên tercîhkirin û got, tenê ew du mehan vî karî dike. Koyun wiha got: “Maliyeta bafirikekê lîreyek e. Ez bi lîre û nîvekê difiroşim. Hem zarok pê kêfxweş dibin, hem jî pê debara malbata xwe dikim.”