KOCAELÎ- Li Kocaeliyê kafeya Feslegen Bûtîk Cafe Restaurant, hemû kesên azadiya heywanan diparêzin û dixwazin bi tenduristiyê bên xweyîkirin vedixwîne tahm û berên organîk.
Li Kocaeliyê, yekem kafeya helezxweriyê (vegan) Feslegen Bûtîk Cafe Restaurant hat vekirin. Li kafeyê qet xurekên heywanî nayên bikaranîn, tenê yên organîk tên bikaranîn. Her wiha ji bo kesên nerihetiya wan a gulîtenê heye jî, xwarinên alternatîf berpêş dike. Li kafeya ku Nevin Şenturk û kurê wê İlyas Şenturk bi rê ve dibin, ji bilî kesên ne helezxwer û vejeteryan, kesên din jî tên kafeyê.
'JI BO KESÊN HELEZXWER CIHEKÎ ALTERNATÎF’
İlyas Şenturk, diyar kir ku ji bilî Stenbolê li gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo kesên helezxwer alternatîfek tune ye û got, wan ji bo kesên helezxwer xwestiye cihekî wisa alternatîf vebikin. Şenturk ê ew bi xwe jî helezxwer e wiha got: “Li Kocaeliyê kesên helezxwer ji bo xwarinê tiştek nedidîtin. Ez aşpêjekî profesyonel im, lê li cihên lê dixebitîm xwarinên helezxweriyê nedihatin çêkirin. Ev ji bo min nakokiyek bû. Ji bo em tahm û çêjên xweş, organîk û tenduristiyane berpêşî helezxweran bikin me cihekî wisa vekir.”
Şenturk, diyar kir ku ji bilî kesên helezxwer, ji bo kesên nerihetiya wan a gulîtenê heye jî ew xwarinên alternatîf berpêş dikin û wiha axivî: “Di menuya me de miqarne, xwarinên rojane, waffleyên bêgulîten, êprax, çîqolata û şîrînahiyên veganî yên em bi xwe çêdikin hene. Menuya me menuyeke berfireh e. Mebesta vê jî şikandina pirsa ‘Vegan çi dixwin’ bi xwe ye. Diya min bi destên xwe gelek xwarinan çêdike. Doner, kofte û mastê veganî jî heye. Yên tên cem me hemû ne vegan û vejeteryan in. Gelek kes ji bo çêjê vir tercîh dikin. Mirov bi salan ji bo bibin vegan me nîqaş kirin, îro dibêjin berên helezxweriyê bitahmtir in. Kesên di xwazin bi awayekî tenduristiyane xwe xweyî bikin jî tên vir.”
'JI BO AZADIYA HEYWANAN XWEYÎKIRINA HELEZXWERIYÊ’
Şenturk, balê kişand ser girîngiya helezxweriyê ya ji bo tenduristiyê û anî ziman ku, xweyîkirina goştxur a li nav civakê berbelav e ne guncanî anatomiya mirov e. Şenturk, diyar kir ku mirovên zanistê yên di qada helezxweriyê de dixebitin diyar dikin ku, kesên helezxwer pir kêm rastî xitimandina demaran, kolestrolê, nerihetiyên dilî tên. Şenturk wiha domand: “Diyardeya em jê re dibêjin sermaye, mudaxileyî me dike. Kesên ji xwe re dibêjin em pisporên tenduristiyê ne, di bin banê sermayeyê de ne. Di goştên tên bikaranîn de berên kanserojenî hene, ev bera sermayeyê ye. Dixin têfikên me û wek alternatîfeke din tune be bi me didin xwarin û wisa hîn dikin. Li cîhanê sektora heywanan ji ya otomotîvê bêtir e. Heke em tibeke alternatîf a ne di bin banê sermayeyê de bifikirin, em dikarin bêjin ku mirov bi tenduristir in.” Şenturk, dest nîşan kir ku beriya vana hemuyan jî azadiya heywanan heye û divê mafê jiyanê yên tu giyanewerî neyên desteserkirin.