Di navbera ‘Na’ û ‘Erê’ de ferqek mezin heye!

ENQERE - Çavdêrên ku der barê referandûmê de li qadê dixebitin, tînin ziman ku “Na” bi ferqek mezin li pêş e û ev ferq her diçe mezin dibe. Dîsa li gor heman çavdêran, kampanyaya “Na”yê ji partiyên siyasî bêtir, ji aliyê alîgirên wan ve tê meşandin.

Ji referandûmê re bi qasî 40 rojan demek emaye. Atmosfera siyasî ya li Enqereyê, hem di warê vegotinê de hem jî di warê moralê de serketina “Na”yê nîşan dide û her wiha ev rewş di vegotinên eniya “Erê” ya ji aliyê Beştepe, AK Partî û MHP’ê ve hat çêkirin de jî xwe nîşan dide. Herî dawî Serokomar Erdogan got, “Divê bêbiryar bên îknakirin.” A rast ev vegotin jî nîşan dide ku, bê ka bayê ji aliyê “Na”yê ve hêl dibe, çi qas xurt e. Dîsa çend roj berê, Barzanî ji bo Enqereyê hat vexwandin. Bi vê vexwandinê re alaya Herêma Kurdistana Federe hat bilind kirin. Hin çavdêr vê wek “Qasîdê ‘Erê’ yê ji kurdan re hat şandin” diwesfînin.

Li gel vê, rewşa qadê çî ye? Piraniya anketên hatine çêkirin nîşan didin ku “Na” bi ferqek mezin li pêş e. Lê dem dem hin anketên nêzî AK Partiyê tên weşandin û li gor van anketan jî “Erê” di pêş de ye.

'DI NAVBERÊ DE FERQEK MEZIN HEYE’

Li gor çavdêrî û îdiayên Koordînatorê Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasyay (AKAM) Kemal Ozkiraz ê li qadê xebatên referandûmê lêkolîn dike, “di navbera ‘Na’ û ‘Erê’ de ferqek mezin heye.” Ozkiraz ê got, “ ‘Na’ bi ferqek mezin di pêş de ye û wisa difikirim heke rewşên zaf awarte çênebin, dê ev ferq neyê girtin” diyar kir ku anket jî vê rewşê nîşan didin. Ozkiraz wiha axivî: “Nizanim dê ev rewşên awarte çi bin. Lê di rewşeke wisa de jî xuyaye ku girtina vê ferqê gelekî zehmet e.” Her wiha Ozkiraz, diyar kir ku ji bere w piştî 7’ê Hezîranê rastî 1’ê Mijdarê hatine, dîsa jî paydareiyeke gumaniyê ya wan heye.

'GEL XEBATÊN ‘NA’YÊ BI RÊ VE DIBIN’

Ozkiraz, dest nîşan kir ku li gor “Erê” xebatên “Na”yê hêzdartir in û got, xebatên “Na”yê bi piranî ji aliyê gel û saziyên civaka sivîl ve tên birêvebirin.

'HEKE ERDOGAN HILBIJÊRÊN DÊ MAFÊ WAN Ê HILBIJARTINÊ JI DEST BIÇE’

Ozkiraz, diyar kir ku dê ji niha û pê ve eniya “Erê” berberîbûnê zêde bike û vê jî “halî hazir AK Partiyî jî ji bo ‘Erê’ naxebitin” ve girêdide. Ozkiraz, diyar kir ku di nav AK Partiyê de jî gelek kesên bêbiryar hene, heta derdoreke ‘Na’ jî heye û got, AK Partiyî naxebitin. Ozkiraz wiha domand: “Yek, nikarin vê sererastkirinê vebêjin. Ew bi xwe îkna nebûne, dê çawa gel îkna bikin. Lê ji vê bêtir a girîng ew e ku, li holê namzetek, berjewendiyek tune ye. Di pergala heyî de baş an xirab, hin dînamîkên herêm, dibûn şaredar, parlementer, endamên meclîsa şaredariyê. Mînak, heke derdoreke wî ya ebrfireh hebe AK Partî wî/ê tercîh dike. Lê belê, di pergala niha ye dixwazin bînin de ev bi temamî ji holê tê rakirin. Dê bi vê re tu kesên ku Erdogan wan nas neke nikaribin bên hilbijartin û li cihekî bi cih bibin. Ji ber vê em dibînin ku hilbijartî û hilbijêr AKP’ê bi şik û guman in. Vê di tasfiyekirina Abdullah Gul û Bulent Arinç de dîtin. Wisa difikirin, heke ev tişt anî bin serê van mirovan, Xwedê zane dê çi bîne serê wan.”

‘BÊBIRYARÊN AKP’Ê NÊZÎ ‘NA’YÊ DIXUYÊN’

Ozkiraz, diyar kir ku hilbijêrên “bêbiryar” ên AK Partiyê bi “arguêanên muxalefetê” bêbiryariya xwe tînin ziman û got, îhtimala vê ya ber bi “Na”yê ve zêdetir e. Ozkiraz, diyar kir ku bêbiryar kêm nebûne û li gel vê jî dengên “Na”yê zêde dibin û got, ev jî dengên “Erê” kêm dikin.

Ozkiraz, diyar kir ku partiyên muxalefetê jî raste rast bi Erdogan re nakevin polemîk, ku bi vê re sekneke rast nîşan didin û got, mesele ji meseleya Erdogan hatiye derxistin. Her wiha, Ozkiraz got, di anketa wan a dawîn de dengê “Na”yê ji sedî 56,4 e û dengên “Erê” jî ji sedî 43,6 e.