Li Şakranê piştî grevê pêkûtî zêde bûn

ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 21’emîn de jî didome. Malbatên ku çûn hevdîtina girtiyan, gotin piştî grevê çewisandin û pêkûtiyên li ser girtiyan zêde bûne.

Li Girtîgeha Şakran a Alîagaya Îzmîrê, girtiyan ji bo dawîlêanîna binpêkirinên mafan, ji bo azadû û sererastkirinên mercên girtîgehê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dubare vegerîna li maseya muzakereyê di 15’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Selami Kutlu yê ji bo hevdîtina hevalê xwe Ozgur Guçlu yê 21 roj e di grevê de ye çû girtîgehê, got piştî grevê çewisandin û pêkûtiyên li ser girtiyan zêde bûne.

‘HETA BIGIHÎJE AZADIYA XWE DÊ GREV BIDOME’

Kutlu, ragihand ku her diçe hejmara kesên beşdarî greva birçîbûnê dibin zêde dibe û got, li Şakranê heta niha 23 girtî di grevê de ne. Kutlu, diyar kir ku daxwazên sereke yên girtiyên ketine grevê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dubare vegerîna li maseya muzakereyê ye û got, moralê girtiyan baş e. Kutlu wiha ragihand: “Silavêb hemû girtiyan bo gel heye. Hinekî kîlo dane, lê belê niha rewşa wan baş e. Gotin, heta Abdullah Ocalan negihîje azadiya xwe ew ê dawî li greva xwe neyînin.”

Kutlu, dest nîşan kir ku piştî greva birçîbûnê li girtîgehê çewisandin û pêkûtiyên li ser girtiyan zêde bûne û got, dibe ku serdegirtinên qawîşan çêbibin û ji bo girtî dev ji grevê berdin dibe ku çewisandin û êrîş têkevin dewrê.



Kutlu, diyar kir ku îdareya girtîgehê qet guh nade girtiyan û êrîşên li ser girtiyan zêde bûne û wiha ragihand: “Diyar kirin ku li girtîgehê hîn jî sepandina qerta stû didome. Bi vê vê sepandina qertan ceza lig irtiyand ibirin. Cezayê qedexekirina hevdîtinê li wan dibirin. Bi şev, bi awayekî kêfî bi ser qawîşan de tê girtin. Xizmên girtiyan jî rastî lêgerîneke zaf tund tên. Vegotinên mudurê girtîgehê nîjadperest û faşîzan in. Girtiyan banga hestiyariyê li hemû gel kir da xwedî li vê grevê derkevin.”

‘BERPIRSIYAR RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’

Kutlu, diyar kir ku heta daxwazên girtiyan bi cih neyin dê girtî greva xwe bidomînin û wiha axivî: “Em ê jî li gel girtiyên xwe bin û tevî wan bitêkoşin. Heke tiştek bê serê girtiyan, tekane berpirsiyar rêveberiya girtîgehê ye.”