ÊLIH - Êzidiyan li dijî PDK’ê ya dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir êzidî bi tena serê xwe hiştin û çûn û niha êrîşî şervanên YBŞ’ê kir bertek nîşan da. Elî Cindî yê ji ber PDK’ê dev ji xaka xwe berda û li Êlihê bi cih bû wiha got: “Heke li dijî DAIŞ’ê YPG’yê em neparastana, belkî êzidiyek jî nedifilitî. Êdî hemû êzidî dizanin ku Barzanî û Erdogan bi hevre tevdigerin.”
Rageşiya ji ber êrîşa hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê ya li dijî hêzên YBŞ-YBJ yên li bajaroka Xanesorê ya Şengalê hîn jî didome. Gelê Şengalê û gelek derdor PDK’ê bi derxistina provakasyonan tawanbar dikin û tê îdiakirin ku biryara êrîşê di dema hevdîtina Barzanî ya li Enqereyê bi Serokomar Erdogan re hatiye dayîn. Şangaliyên di sala 2014’an de ji ber hêzên PDK’ê rastî êrîşa DAIŞ’iyan hatibûn, bi sedan jê hatibûn qetilkirin û her wiha bi hezaran jin û zarok jî li bazarên koleyan hatibûn firotin. Dema ku PDK Şengalê vala kir, bi alîkariya hêzên YPG’ê li bajêr korîdorek hatibû çêkirin û gelek êzidî di wê korîdorê de hatibûn tahliyekirin û ji vana hin jê jî li Êlihê bi cih bûbûn. Êzidiyên ev 3 sal e li Êlihê rastî gelek şert û mercên zehmet tên, li dijî PDK’ê bi bertek in.
‘PÊŞMERGE BERIYA ME REVIYAN’
Elî Cindiyê şengalî yê 86 salî ku li Êlihê bi cih bûye, dest nîşan kir ku her kes baş dizane ku Barzanî û hêzên wî yên çekdar wan li dijî DAIŞ’ê neparastine. Cindî wiha axivî: “PKK’ê me ji êrîşên DAIŞ’ê parast. Yê me firotin DAIŞ’ê jî pêşmerge bûn. Her kes vê baş dizane. Berî DAIŞ êrîşî Şengalê bike, pêşmergeyan ji me re got, ‘Em ê li dijî DAIŞ’ê we biparêzin û em ê nerevin. Em ê ji bo we xwîna xwe birêjin.’ Lê belê, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, pêşmerge beriya me reviyan. Li dijî êrîş û qetlîamên DAIŞ’ê me bê parêzî hiştin. Wek ku gotin, wan me neparst û Şengal ket destê DAIŞ’ê. Heke li dijî DAIŞ’ê YPG’yê em neparastanan, belkî êzidiyek jî nefilitiyane.”
‘BI DESTÊ MESÛD BARZANÎ 2 FERMAN BI SERÊ ÊZDIYAN HATIN’
Cindî, anî ziman ku ew bawer in ku dê li gel her tiştî jî şengalî li dijî PDK’ê derkevin û got, tu xizmekî wan PDK’ê qebûl nake. Cindî, diyar kir ku bi destê Barzanî êzidî rastî 2 fermanan hatine û wiha domand: “Barzanî hat Tirkiyeyê û piştî bi Erdogan re hevdîtin çêkir, êrîşî Şengalê kir. Ev êrîş bi tevkariya Barzanî û Erdogan çêbû. Êdî bes e! Êdî hemû êzidî baş dizanin ku Erdogan û Barzanî bi tevkariyî tevdigerin. Bila êdî Barzanî dev ji vî şerê xwe yê qirêj berde.”
Êzidiyê bi navê Yusuf Pamukçu (83) ê li Êlihê dijî bang li hemû kurdan kir, da çekê nespêrin hevdu. Pamukçu wiha got: “Her kes dijminê kurda ye, lê kurd jî êrîşî hevdu dikin. Tekane daxwaza me ew ku, bila kurd kurdan nekujin û divê demildest dawî li vî şerî bê. Dijminên me diyar in, li dijî wan şer bikin. Xwîna hev nerijînin. Hîn jî bi dehan gundên Şengalê di kontrola DAIŞ’ê de ne. Bang li PDK’ê dikim; pêşî herin wan gunadan rizgar bikin, paşê êrîşî Şengalê bikin.”
‘BILA DAWÎ LI VAN PEVÇÛNAN BÊ’
Pamukçu, anî ziman ku sedema pevçûnan çi dibe bila bibe êzidî li dijî vê ne û wiha axivî: “Çekan nespêrin hevdu. Dijminên me yên hevpar diyar in. Divê em li dijî wan bibin yek û şer bikin. Ji her dua liyan jî rica me ew e ku, demildest dawî li van pevçûnan bînin. Çekan bispêrin dijminê me yê hevpar DAIŞ’ê.”