MÊRDÎN- Êzidiyên li kampa AFAD'ê ya Midyadê dimînin, li dijî êrîşên hêzên çekdar ên girêdayî PDK'ê yên li dijî Şengalê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Yên me diparêzin bila li xaka me bin, ne ku yê me di destê DAIŞ'ê de hiştin û reviyan."
Gelê êzidî yên li kampa AFAD'ê ya Midyada Mêrdînê dimînin, li dijî êrîşên hêzên çekdar ên girêdayî PDK'a Mesût Barzanî ku li hemberî Şengalê pêk anîn bertek nîşan dan. Êzidiyan, diyar kir ku di dema êrîşên DAIŞ'ê de hêzên pêşmergeyî reviyane û wiha gotin: "Ev cara duyemîn e Barzanî îxanetê li me dike."
ÊDÎ BILA DEV JI ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI DIJÎ GELÊN ÊZIDÎ BERDIN
Îsmaîl Huso, diyar kir ku ew 3 sal berê ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji neçarî ji bajaroka Xaneseroê koç kiriye û wiha axivî: "Niha min bihîst ku êrîşî wê derê kirine, lê li Tirkiyeyê hayê me ji tu tiştî tune ye. Xizmên me li wê derê ne. Em meraq dikin. Heke dixwazin Şengalê azad bikin, bila biçin wan gundên ku DAIŞ'ê êrîşî wan kiriye azad bikin. Li Xaneserê êrîş tune ne. Jinan, zarokan dikujin. Ji xwe dema DAIŞ'ê êrîş kir pêşmergeyan em neparastin. Komkujî çêbû, mirin çêbû, birîndar çêbûn, wna berdan û çûn. Êdî bila bes êrîşî gelê êzidî bikin."
'YÊN ME DIPARÊZIN BILA LI XAKA ME BIMÎNIN'
Êzidiyê bi navê Xelef jî got li dijî DAIŞ'ê tenê PKK'ê ew parastine û got ew dixwazin hêzên pêşmergeyan ji Şengalê derkevin. Xelef wiha axivî: "Ma ne bes e ku ewqas mirovên me qetil kirin? Naxwazin êrîşî Xanesorê bikin. Dema DAIŞ'ê êrîş kir, PKK'ê em xelas kirin. Yên din bêyî ji me re tiştekî bibêjin û bipirsin çûn. Niha jî êrîş dikin. Diçin (PDK), lê dixwazin PKK ji wir derkeve. Yên me diparêzin bila li xaka me bimînin, ne ku yê me di destê DAIŞ'ê de hiştin û reviyan."
'BERÊ PÊŞMERGE EM HIŞTIN Û REVIYABÛN'
Ji niştecihên Xanesorê Ahmet Îno, diyar kir ku DAIŞ'ê xwişkên wan, hevjînên wan revandiye. Îno, dest nîşan kir ku li Xaneseroê wehşetek mezin çêbû û wiha axivî: "Dema DAIŞ'ê êrîşî me kir em çûn Zaxoyê. Piştî 6 rojan em derbasî Silêmaniyeyê bûn. Nêzî 2 sal û nîvan em li wir man û paşê em hatin Tirkiyeyê. Berê pêşmerge em hiştibûn û reviyabûn. Niha jî êrîşî Xanesorê dikin. Em jî jiw î gundî ne. Jinên extiyar, mêr hatin kuştin. Xwişkên min revandin. Êdî bes e, bila bes bikujin."