AMED - Endamê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz Berdan Acun, diyar kir ku qedexeya derketina derve ya li gundê Xerabê Bava hatiye îlankirin, bi awayekî derhuqûqî hatiye îlankirin û dermantiqî ye. Acun wiha got: "Hêzên ewlehiyê yên di bin navê ewlehiya welatiyan de diçin herêmê, malên welatiyan dirûxînin."
Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP), têkildarî binpêkirinên mafan ên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê ku 19 rojan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin raporek weşand. Ji parêzerên OHP'ê Berdan Acun, diyar kir ku piştî raporê ew ê têkevin nav hewldanên huqûqî û got, qedexeya li gund hatiye îlankirin bi awayekî derqanûnî hatiye îlankirin.
‘QEDEX DERMANTIQÎ YE'
Acun, diyar kir ku di dema qedexeya Xerabê Bava de ji bo pêdiviyên bingehîn, tenduristiyê û perwerdehiyê yên welatiyan tu hewldanek çênebûye û wiha got: "Bi rastî jî niştecihên gund 20 rojî, di her warî de hatine mexdûrkirin." Acun, diyar kir ku piştî li gund qedexe tê îlankirin bi helîkopteran leşker li gund tên danîn û wiha got: "Piştî qedexeyê saetekê du saetan bi temamî gund û hawirdora wê hatiye dorpêçkirin. Heta hin mal ne carekê 2 an jî sê caran rastî lêgerînê hatine. Li gel serweriya leşkeran a operasyonî jî qedexeya li gund nehat rakirin û domiya. A rast li tu mantiqeke qedexeya li gund tune ye. Li gel hêzên ewlehiyê serwerê her derî bûn jî, çima qedexe hat domandin, em jî nizanin."
Acun, diyar kir ku li gund bi dehan kes hatine binçavkirin û wiha ragihand: "Li gund leşkeran malên welatiyan veguherandine wek qereqolan. Kesên li gund hatine binçavkirin li vir rastî lêpirsînê hatine. Hin kes li van deran bi rojan di bin çavan de mane. Lê belê, der barê vana de tu kirariyên binçavkirinê nehatine kirin. Tu kirariyeke fermî nehatiye kirin." Acun, diyar kir ku pêkanînên li gund bi temamî kêfî bûne û got, di hevdîtinên wan kirine de, di serdegirtinên malan de tu biryar nîşanî gundiyan nedane.
‘KESÊN JI BO EWLEHIYÊ ÇÛN AVAHÎ RÛXANDIN'
Acun, diyar kir ku gundiyên ku wan hevdîtin bi wan re çêkiriye gotine, leşkeran agir berdaye 3 malan û wiha axivî: "Di dema qedexeya ku dibêjin ji ewlehiya welatiyan hatiye îlankirin de, hemû sepandin bereksê ewlehiyê hatine kirin. Hêzên ewlehiyê yên di bin navê ewlehiya welatiyan de diçin herêmê, malên welatiyan dirûxînin. Kêfiyeteke muthîş eyan û beyan e. Tu venêrîneke huqûqî tune ye. Hin dozger heta hin îdarekarên bajêr jî êdî ji wê rayeya mudaxileyî gund bikin bêpar mane."
Acun, dest nîşan kir ku li gundê Xerabê Bav bi awayekî cidî binpêkirina mafan çêbûye û got, pêkanînên li gund ji yên salên 1990'î wirdetir in. Acun, diyar kir ku ew ê şopdarê binpêkirina mafan ên li gund bin û ew ê di warê huqûqî de jî tevbigerin.