Yorukên Îzmîrê jî dibêjin 'Na'

ÎZMÎR - Li Îzmîrê, Yorukan jî got ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Yorukên li Îzmîrê dijîn jî diyar kirin ku ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de li dijî rejîma yekzilamî bibêjin "Na". Yorukan, diyar kir ku îktîdara AK Partiyê 15 sal e welat bi tena serê xwe bi rê ve dibe û gotin, di 15 salan de welat xizantir bûye, obe û çiya bêtir hatine talankirin.

‘EZ Ê DESTÊ XWE DEYNIM SER WIJDANÊ XWE Û BIBÊJIM 'NA''

Gullu Karadag a li navçeya Selçûk a Îzmîrê dijî, diyar kir ku ew ê li dijî hemû neheqiyên li welat bibêj e "Na" û got, ji bo hemû xweşikahiyên li welat winda nebin, ji bo dawî li şer bê ew ê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bibêje "Na". Karadag wiha axivî: "Zarokên me jî bera nav bajaran dan. Hînî hemû tiştên xerab bûn. Obeyên me hatin tunekirin. Em jî tên qetilkirin. Erê, bombe bi ser me de nabarên, lê me ji çiyayên me kirin û dikujin. Bi qetilkirina xwezaya me dixwazin me bi temamî biqedînin. Ez ê li dijî vana hemûyan bibêjim 'Na'."

‘EM Ê BI 'NA'YÊ LI DIJÎ XWESTEKÊN WAN DERKEVIN'

Meryem Aslan a li gundê Zeytîn ê Selçûkê dijî jî diyar kir ku, ew ê jib o pêşeroja zarokên xwe bibêje "Na". Aslan wiha axivî: "Hemû welatiyên ku ji welatê xwe hez dikin, dema biçin ser sindoqê divê du caran bifikirin. Çimkî ya berpêşî me tê kirin ne bextewarî û aştî ye. Heke doza wan doza aştiyê bûna, çiyayên welat bombe nedikirin. Belaheq û belasebep bi sedan mirov nedikuştin. Heke doza bextewariyêê bikirnan çiya û obeyên me pêşkeşî şîrketan nedikirin. Tenê xwestekek vana heye, ew jî sultanî ye. Lê em ê bi 'Na'yê li dijî vê xwesteka wan derkevin."

‘EM Ê DI 16'Ê NÎSANÊ DE VÊ SELTENATÊ BISEKINÎNIN'

Ozan Toprak Dede, diyar kir ku ew ê li dijî zilam mirovan a li hemberî mirovan bibêje "Na" û wiha got: "Em ê li dijî talankirina xwezayê, tunekirina nasname û çandan bibêjin 'Na'. Ji bo jiyaneke bi hev re, ji bo li dijî kedxwariyê, ji bo çareserkirina pirgirêka kurd em ê di 16'ê Nîsanê de vê seltenata faşît rawestînin."

‘JI BO WELATEKÎ RONAHIYÎ BILA HER KES BIBÊJE 'NA''

Yeter Yaman a got “Na, teqez em ê bibêjin Na" diyar kir ku, ew ê li dijî pergala perwerdehiyê ya paşverû û jib o pêşeroja zarokên xwe biçin ser sindoqê û wiha got: "Em ê li ser sindoqan bersiva kesên dibêjin îradeya milî bidin." Yaman, dest nîşan kir ku îktîdara AK Partiyê ji bo pêşeroja welat îktîdareke talûke ye û wiha axivî: "Ji bo rawestandina vê talûkeyê firsendek me heye. Heke ew firsend ji dest me biçe, dê welat 50 salî di nav tarîtiyê de bimîne. Ji bo welateke hîn ronahîtir, divê her kes di 16'ê Nîsanê de bibêje 'Na'."