Ji Dayika Esmer a 100 salî banga 'Na'yê

ÊLIH- Esmer Înanç a 100 salî ya hema bêje di hemû çalakiyên Êlihê de cih digire, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û bang li her kesî kir da guh bidin vî dengî.

Li Êlihê, Esmer İnanç a 100 salî, 40 sal e ji bo ziman û nasnameya xwe têdikoşe. Ji ber li bajêr hema bêje beşdarî hemû çalakiyên demokratîk dibe ji aliyê her kesî ve tê nasîn û ji ber vê ji wê re 'Eylem Ana' tê gotin. Esmer İnanç a heta 3 sal berê jî beşdarî hemû çalakiyên li bajêr dibû, ji ber temenê xwe yê zêde û felcê, êdî her du lingên wê jî nikarin xw eragirin û ji ber vê nikare beşdarî çalakiyan bibe. Li gel vê, İnanç diyar dike ku ew ê beşdarî newroza îsal jî bibe. İnanç, dest nîşan kir ku ji bo Serokomar Erdogan nebe 'serok' ew ê biçe ser sindoqê û bibêje "Na". her wiha bang li hemû kesên xwedî wijdan kir, da bibêjin "Na".

‘HETA 3 SAL BERÊ JÎ BEŞDARÎ HEMÛ ÇALAKIYAN DIBÛ'

İnanç, 27 sal berê ji Şirnexê hatiye li Êlihê bi cih bûye û bi dehan salan li qadan, li dijî neheqiyê têkoşiyaye. İnanç, anî ziman ku heta 3 sal berê jî ew beşdarî hemû çalakiyan dibû û wiha axivî: "Ji ber extiyarbûnê her du lingên min nagirin û nikarim bimeşim. Dema baş bûm, ji grevên birçîbûnê bigire, çalakiyên Amarayê, Newrozan, 8'ê Adarê min di hemûyan de cih digirt."

LI BER PACÊ ZÊMARAN DILEWBÎNE

Li gor vegotinên malbata wê, Esmer İnanç tim li ber pacê rûdinê û ji ber mirin û rûxandinên demên dawî her tim zêmaran dilewbîne. Herî zêde jî li hemberî van mirin û rûxandinan, ji ber tiştek ji destê wê nayê xemgîn dibe. Dayika Esmer dema me dît, ji kêfa hêstir ji çavên wê bariyan û paşê zêmarên "Bîngol Şewitî û "Çiyayê Bagokê" lewbandin.

‘DIXWAZIM AZADIYA KURDISTANÊ BIBÎNIM'

İnanç, anî ziman ku xwesteka wê ya herî mezin ew e ku beriya mirina xwe azadiya Kurdistanê û Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan bibîne û wiha axivî: "40 sal e di nav vê têkoşînê de me. Heta ku min karibû ji bo aştî û azadiyê têkoşiyam. Ji bo tu kes neêşe, zarokên tu kesî nemirin, min her tim doza aştiyê kir. Me rojên nexweş dîtin, serdemên enxweş. Ji bo zarokên me, neviyên me nebînin em daketin qadan."

‘EZ Ê BIÇIM MÎTÎNGA 8'Ê ADARÊ'

İnanç, diyar kir ku heke destûr bêd ayîn ew ê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li qadan be û bang li hemû jinan kir ku, da di 8'ê Adarê de dakevin qadan. Dayika Esmer, diyar kir ku ji ber tenduristiya xwe ew 3 sal e xweşikî nikare derkeve derve û got, ew li ber pacê her bi hisreta kuçe, kolan û çalakiyan e.

‘DI SERDEMA ERDOGAN DE ÇEWISANDIN ZÊDE BÛN'

Dayika Esmer got, berê çewisandin û êrîş ne evqasî bûn û wiha axivî: "Di serdema Tayyip Erdogan de çewisandin zêd ebûn. Berê me bi rihetî Newrozên xwe pîroz dikin, mîtîn û çalakiyên xwe li darxistin. Lê niha asteng dikin. Newroz asla çûyîn jî qedexe kirin. Dema em çûn Amarayê, ji ber em qelebalix bûn polîsan êrîşî me kir. Dîsa dixwazim biçim Amarayê"

DI NEWROZÊ DE LI KONÊ REŞ RÛDINÊ

Dayika Esmer, dest nîşan dike ku ew her sald içe Newrozê û wiha got: "Roja Newrozê, yên me ji bo min li qada Newrozê Konê Reş vedidin. Di konê xwe de hem temaşeyî Newrozê dikim, hem jî distrêm. Ez ê îsal jî biçim Newrozê."

‘EZ Ê DI REFERANDÛMÊ DE BIBÊJIM 'NA''

Dayika Esmer, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û wiha axivî: "Naxwazim Tayyip Erdogan bi ser bikeve. Ji ber vê ez ê bibêjim 'Na' û dixwazim her kes jî bibêje 'Na'. Bila her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Piştî dengê xwe bi kar anîn jî, bila xwedî li sindoqên xwe derkevin."

Mahmut Ruvanas - dîhaber