ŞIRNEX - Koçerên ku bi salane zozan zozan digerin, diyar kirin ku bi OHAL'ê re zozanên wan hatine qedexekirin, lê ew ji koçeriyê hez dikin û tu qedexe nikare li pêşberî wan bibe asteng. Koçeran got, ew ê meha Gulanê carek din berê xwe bidin zozanên Feraşînê û yên Wanê.
Koçerên li Bajarokê Deştadarê ya girêdayî navçeya Hezaxa Şirnexê, li konên ku vedane li benda biharê ne. Koçerên ku bi salanin gund bi gund digerin û payîzê konan vedidin, bi hatina biharê kêfxweş in. Piştî rêwîtiya 8 mehan ew ê berê xwe bidin zozanê Kurdistanê. Koçeran diyar kir ku li gel rewşa awarte, ew gelek zehmetiyan dijîn. Lê her çi qas zozanên wan hatibin qedexe kirin jî, ew ê meha Gulanê careke din berê xwe bidin zozanên Wanê.
'68 SAL IN EZ KOÇERIYÊ DIKIM'
Omer Oguz (68) ê ku bi malbata xwe re li bajrokê Deştadarê dijî, da zanîn ku emrê wî bi koçeriyê derbasbûye û wiha got: "Ez ji zarokatiya xwe heya niha jiyana koçeriyê dijîm. Koçerî jî weke çandek kurdan e. Koçeriya ku ji dayîk û bavê me mayî, niha em dikin. Jiyana koçeriyê pir xweş e ji ber ku payîz, zivistanên me nînin. Ez bi malbata xwe re li zozanên Kurdistanê digerim. Zozan hem ji bo debara malbatê xwe hem jî ji bo gerê pir xweş in. Zehmetiyên koçeriyê jî hene, lê ji ber ku ez pir ji koçeriyê hez dikim nexweşî ji min re nabin asteng. Ez 68 salî me û 68 sal in ez koçer im."
ELEQEYA JI BO MAST Û PENÎRÊ DEST TÊ ÇÊKIRIN ZÊDEYE
Oguz got, divê her kes çanda koçeriyê berdewam bike û wiha domand: "Koçerî di nava kurdan de zehf e. Lê ji ber pêşkeftina dinyayê êdî kes koçeriyê nake. Li herêma Botanê koçer hene, ew jî her sal bihar û payîzan berê xwe didin zozanên Colemêrgê û Wanê. Îro fabrîkayên penîr û mast çêkirinê zêde bûne. Bi zêdebûnê re jî mast û penîrê di van fabrîkane de tên çêkirin ne paqijin. Mast û penîrê bi dest tên çêkirin hem eleqaya kirînê zêdeye hem jî xwezayî ne. Ji ber vê yekê kesên ku berê koçer û niha dest ji koçeriyê berdayî bila careke din dest bi koçeriyê bikin û berê xwe bidin zozanên Kurdistanê yên xweş."
'HER JINEK JIYANEK E'
Jina bi navê Ayşe Tok (37) jî denst nîşan kir ku ew 8 sal in koçeriyê dike û wiha domand: "Piştî ez zewicîm min dest bi koçeriyê kir. Em her sal mehekê an jî 2 mehan li malên xwe namînin. Li gel hemû êrîşan, em bi salanin diçin zozanan û koçeriyê dikin. Her gund û zozanên ku em diçinê em ji xwe re dikin war. Em destpêkê konên xwe vedidin, pişt re em ji bo pez û çêlekên xwe cih çêdikin. Piştî ku me tiştên xwe bi cih kirin, em dest bi çêkirina pêdiwiyê malê dikin. Tendûran ji bo nanî çêdikin. Av durbe ji bo pisgirêka avê çareser bikin dest bi kolana erd dikin û bi xurtoman avê tînin cem konan. Her çi qas tu jiyana bajêr dûrbe jî jiyana koçeriyê pir xweş e. Em her tiştê xwe bi destê xwe çareser dikin. Di koçeriyê de jî rola herê mezin jin e. Jin nebe jiyana koçeriyê gelek zehmet e. Mêr bi tena serê xwe nikare koçeriyê bike. Li gel hatina 8'ê Adarê jî em jinê koçer 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar li hemû jinên Cîhanê pîroz dikin û dibêjin her jinek jinanek e."
'HER ÇI QAS ZEHMETÎ HEBIN JÎ KOÇERIYA ZOZANA GELEK XWEŞ E'
Xezar Oguz (30) a ku 9 sal in li gel zarokê xwe koçeriyê dike, da zanîn ku koçerî ji wê re zehmet tê û wiha axivî: "Koçerî gelek zehmet e ne bihar ne jî payîzên me hene. Koçerî ji min re zehmet tê, lê 9 sal in ez koçeriya zozana dikim. Ji ber nexweşiyê herêmê jî her diçe êrîş zêde dibin. Zivistana ji ber ku şiliye erdê em diçinê av û ceyran tune pir zehmet e. Ji ber ku zarok jî gel me ne zehmetî jî zêde ne. Em pez û çêlekan xwedî dikin. Pêdiwiyên sewalan ji yên mirovan zêdetir in. Ger derên ku em konê xwe vedidin av û ceyran hebe pirsgirêk zêde nabin. Lê mixabin ji ber ku derfet nînin hin salan em di koçeriyê de zehmetiyan dijîn. Lê dîsa jî koçeriya zozana gelek xweş e."
'EM Ê ÎSAL BIÇIN ZOZANÊN DEŞTA OVÊ'
Dayika Xanim Îşlî (50) a li gel her du kurên xwe 30 sal e koçeriyê dike jî bal kişand li ser nexweşî û nexweşiyên koçeriyê û wiha domand: "Ger mirov koçeriya xelkê neke koçerî xweş e. Hin salan mesrefê ku em li koçeriyê dikin dernaxin. Lê her sal karê wê cuda ye. Em mast û penîr dixwin û di firoşin. 5 meh e em li virin, em ê biharê careke din berê xwe bidin zozanên Deşta Ovê yên Wanê. Ew zozan jî gelek xweş in û şînkahî ji bo pez zêde ye. Ger Xwedê hez bike em ê îsal jî berê xwe bidin wan zozanan. Xweşiya koçeriyê jî ew e ku mirov çav vekiriye û kesên mexdûr bibin alîkariya ji bo wan tê kirin. Nexweşiyên wê jî, dema şilî be zivistanê zehmet e her der dibe herî tu nikarî zêde derkevî. Av û ceyran nebe zehmet e. Em niha 4 malbat li vir in. Hin malbat zû diçin zozanan hin jî direng tên. Her 4 malbat 3-4 celebê pêz hene. Şivanê pêz cuda ye."
TU TIŞT JI KOÇERIYÊ RE NABE ASTENG
Îşlî anî ziman ku li gel rewşa awarte gelek zozanên Kurdistanê hatine qedexe kirin û wiha got: "Rayedarên dewletê dibin navê ewlehiyê de zozanan qedexe kirine. Lê em koçer wan qedexeyan nas nakin, em ê ji bo debara jiyana xwe biçin zozanan. Em koçer in, tu eleqeya me bi ewlehiyê nîne. Divê ew ji dewlete re nebe hincet. Çawa ku bi salane em koçeriyê dikin, em ê îsal jî berê xwe bidin zozanan. Tu tişt ji koçeriyê re nabe asteng."
'EM Ê JI BO ZOZANÊN XWE BIBÊJIN NA'
Zana Kaptan (23) ê bi malbata xwe re li gundê Memnûniyê ye, diyar kir ku ji bo li herêma lê dijîn qedexe bê rakirin ew ê dengê "Na" bi kar bînin û wiha berdewam kir: "Zozanên me wek herêmên qedexe hatine îlankirin. Ger ku di vê referandûmê de 'Erê' derkeve em ê nikaribin biçin zozanên xwe. Ji bo ku em bikaribin biçin zozanên xwe, ji bo rejîma yekzilamî bi ser nekeve em ê di referandûmê de dengê 'Na' bi kar bînin."