Seyda Perînçek: Rastiya şoreşa gelê kurd di strana ‘Na’ de ye

AMED – Hûnermendê kurd Seyda Perînçek der barê strana referandûmê ya HDP’ê axivî û anî ziman ku ew wekî hûnermendekî kurd berpirsyariya xwe bi cih aniye û got, rastiya şoreşa gelê kurd di nava strana “Na” de ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2’yê Adarê de starta xebatên hilbijartina referandûmê da û bi startê re bi strana ji aliyê Seyda Perînçek ve ya bi navê “Na” hat amadekirin xebatên xwe aşkere kir. Ev stran ji aliyê hilbijêrên HDP’ê ve rastî eleqeyeke mezin hat. Hêjaye ku mirov bêje ku di kolanan, telefonan de û di wesayîtan de di rojên dawî de ew stran e ku herî zêde tê guhdankirin e. Hûnermend Seyda Perînçek der barê strana ji bo referandûmê amade kir de pirsên dîhaber’ê bersivandin.

‘DI BEHRA HÛNERMENDIYÊ DE BIBIN DILOPEK'

Perînçek, di destpêkê de balê kişand li ser rol û mîsyona hûnermendan a pêvajoya referandûmê û wiha axivî: “Beriya her tiştî hûnermend, ê ku hûnerê diafrîne, civakê vedigûherîne, rastiya civakî derdêxe holê ye. Ji ber vê yekê hûnermendî girîng e û taybetmendiya wê jî heye. Gelek hûnermendên ku ji bo me çavkanî ne û em jî li ser şopa wan dimeşin. Ji bo ku em layiqê civakê û nirxên pîroz bin, di asta herî bilind a bîrdozî û rêxistinê û hemû beşên civakê de xweperwerdekirin esas e. Em jî ji bo di behra hûnermendiyê de bibin dilopek hewl didin.”

‘RASTIYA ŞOREŞA GELÊ KURD DI NAVA STRANÊ DE YE’

Perînçek, anî ziman ku ji bo amadekirina strana referandûmê wî berpirsyariya xwe bi cih aniye û axaftina xwe wiha domand: “Strana referandûmê jî, wekî berpirsyariyekê bû. Lê ev stran tenê bi şexsê min derneket holê. Rastiya civakê, şoreşa jinê, şoreşa ciwanan û bi gelemperî şoreşa gelê kurd, keda hemûyan di nav stranê de heye. Dîsa di kesayeta hevalan de spasiyên xwe ji gelê kurd re dikim.”

‘LI HEMBER YEK ZIMAN, YEK AL, YEK NETEW STRANA ‘NA’

Perînçek, diyar kir ku wî li hemberî pergala yekparêz strana “Na” amade kiriye û wiha domand: “Îro serdestê ku li Tirkiyeyê dixwaze pergaleke taqekesî bide rûniştandin, dixwaze demokrasiyê, çandê, ziman û çi nirxê mirovahiyê yên netewî hebin ji holê rabike. Li şûna wî jî dixwazin yek ziman, yek al, yek netew ava bikin. Dixwazin serdestiyê li gelan bikin. Gel jî dixwaze bi zimanê xwe û bi rengê xwe jiyana xwe bimeşîne. Lê bi vê pergala ku dixwazin bidin rûniştandin, dixwazin nirxê mirovahiyê, yên wijdanî, exlaqî û civakî yên ji dîrokê heta îro hatî ji holê rakin. Li hember vê yekê ev stran derket holê. Pêdivî bi vê hebû, wekî berpirsyarekê hemû hevalan bar da ser milê xwe û ev stran amede kir. Heval Sara bi dengê xwe, ez jî bi dengê xwe, hevalên produksiyonê bi klîbên xwe û hevalên çapemeniyê bi weşanên xwe stranek hevpar amade kirin.”

‘JI BO AZADIYA GELAN DIBÊJIN ‘NA’

Perînçek, dest nîşan kir ku bi pergala nû nirxê hezar salan tê dagirkirin û wiha berdewam kir: “Dixwazin hemû destkeftiyên me dagir bikin. Ji ber vê yekê helwesta me ‘Na’ ye. Di pergala ku dixwazin bînin de tiştek ji bo azadiya jinê, azadiya ciwanan û azadiya gelan tune ye. Hûn jî dizanin monarşîzm û jiyanek tekekesî, serdestiya tekekesî, zagonên li gor xwe, kurtasî her tişt li gor xwe û berjewendiyê xwe pergalê ava bikin. Em jî pergaleke demokratîk, hevpar, yekitiya netewî dixwazin. Ji perçebûna kurdan re, ji perçebûna tifaqê re dibêjin ‘Na’. Ji bo birakujiyê, ji bo tolhildana hezar salan dibêjin ‘Na’. Tiştê ku tê xwastin takekesî ye û em jî ji bo azadiya gelan dibêjin ‘Na’. Ne tenê bi stranan, li kolanan, di malan de em ê heta dawiya emrê xwe her nirxên pîroz biparêzin.”

‘DIVE HÛNERMEND Û REWŞENBÎR PÊŞENGIYA AZADIYA CIVAKÊ BIKIN’

Perînçek, banga bicihanîna berpirsyariya xwe li hunermend, nivîskar û rewşenbîran kir û ev tişt got: “Hunermend, nivîskar û rewşenbîr divê pêşengiya azadiya civakê bikin. Ez bang li temamê hunermend, nivîskarên xwedî wijdan dikim ku em hemû li gorî erkê xwe û li gor hêza xwe li cem gelê xwe bin. Ne tenê ji bo referandûmê, ji bo azadiya gelê kurd roj bi roj ber bi ronahiyê ve bimeşin. Ji ber ku mafê me jî heye ku em bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Ev mafê me yê rewa ye. Dive dengê gelan li hemberî vê pergalê bisekine. Erêbûna vê pergalê sedî sed ji bo koletiyê ye. Ji bo dagirkeriyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘Na’.”

Seyda Perînçek, piştî axaftina xwe strana ji bo referandûmê hatî amade kirin vegot.

Ozgur Paksoy / Azîz Oruç - dîhaber