Ceza li dayika 23 sal in li kurê xwe digere birîn

RIHA - Dadgehê 750 tl ceza li dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 1994'an de li Sêweregê hat windakirin, Makbule Babaoglu ya li kurê xwe digeriya birî.

Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu, di 12'ê Adara 1994'an de got "Nûçe heye" çû sîweregê û venegeriya. Ji wê rojê heta niha agahî jê nayê girtin. Malbat ji bo bigêje kurê xwe serî li hemû rayedarên dewletê û saziyên sivîl ên civakî dan. Walîtîyê bi sedema zerar kiriye 10 hezar TL maddî û 10 hezar tl jî manevî cezayê tazmînatê xwest û li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê doz vekir. Heyeta Dadgehê jî daxwaza walî red kir û ji bo lêçûna dadgehê 750 TL heqê parêzer ji Dayika Nazim Babaoglu Makbule Babaoglu xwest. Midûriyeta Şaxa Karên Hiqûqê ya Walîtiyê di 09'ê Sibata 2017'an de tablîgat ji malbata Babaoglu re şand. Di teblîgata bi biryara 11'ê Mijdara 2015'an 750 TL lêçûna parêzer ji malbatê hat xwestin.

KESÊ ESAS NEHAT GUHDAR KIRIN

Dadgehê li rojnamegerê herêmî yê Sîweregê Murat Yogunlu yê 23 sal berê di 12'ê Adarê de ji Babaoglu re got "Nûçeyek heye bi lezgîn were" guhdar nekir. Li lêpirsînê de di 2007'an de şahidê ku got min Babaoglu li Sîweregê dîtiye û li Dozgeriya Komarê ya Amedê îfade da li ber çavan nehat girtin. Heyetê daxwaza Murat Yogunlu ya "Şahidê Nepen" red kir û di 12'ê Adara 2014'an de bi hinceta 20 sal derbas bûye lêpirsîn bi dawî kir.

LÊÇÛNA DADGEHÊ XWESTIN

Heyeta Dadgeha Îdarî ya Rihayê bi hinceta lêçuna dadgehê çêbûye ji Dayika Babaoglu Makbule Babaoglu 750 TL mesrefa lêçûna dadgehê xwest.

LI ŞÛNA DOZÊ RONÎ BIKIN CEZA BIRÎN

Birayê Nazim Babaoglu Cemal Babaoglu ku 23 salin li berayê xwe digerin bertek nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku li şûna aqûbeta birayê wî ronî bikin lênçûna dadgehê dixwazin. Babaoglu, ani ziman ku li gel delîl û şahidan heyetê bûyer ronî nekiriye û li dayika wî ya 80 salî Makbule Babaoglu 750 TL mesrefa dadgehe xwestiye. Babaoglu, anî ziman ku dayik ji bo şopa kurê xwe bibîne ji dewletê dixwaze ku berpirsiyariya xwe pêk bîne, lê dewlet li şûna berpirsiyariya xwe pêk bîne heqê mesrefê dixwaze û wha got: "Li gel ku şahid Murat Yogunlu li dozgeriya Stenbolê gotibû "Ez dê şahidiyê bikim lê divê hûn ewlehiya min bistînin" lê dozgeriyê ewlehiya wî negirtiye. Ev jî nîşan dide ku tiliya dewletê di vê mijarê de heye. Li gel ku dîsa şahidekî serî li Dozgerê bi Rayeya Taybet ê Amedê Ahmet Karacan'a gilî kir û agahî dan jî dîsa lêpirsîn venekir."

'TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME'

Babaoglu, anî ziman ku hêj lêgerîna dayika wî û lêgerîna wan berdewam dike û ji bo ku gorek hebe lêgerîn û têkoşîna wan berdewam dike.