ENQERE - Li Tuzluçayir a ku tegera kurd tovên wî hatiye avêtin û bi nasnameya xwe ya muxalîf tê nasîn û wekî "Moskow a Biçûk" tê pênaskirin gel bixwe xebatê referandumê dimeşîne. Tuzluçayir a ku AK Partiyê xwest bi projeya "Mizgeft-Cemxaneyê" xwest demografiyaya wî biguherîne li ser esasê ruhê xwe helwesta xwe ya referandumê wekî "Na" tîne ziman.
Referandum dê li Tirkiyeyê helwesta herêmên krîtîk bêhtir derxîne holê. Hilbijêr êdî tercihên xwe zelal dikin hem li gorî sekna xwe ya siyasî hem jî di warê nîqaşên qanûna bingehîn de seknekî xweser nîşan didin. Taxa Tuzluçayir a navçeya Mamak a Enqereyê jî vê yekê bi awayekî zelal nîşan dide. Taxa ku ji ber paşeroja xwe ya ku bi nasnameya xwe ya muxalîf tê zanîn û wekî "Moskow a Biçûk" tê pênasekirin, di heman demê de tevgera kurd jî li vir şîn bûye jibilî kurdan welatiyên elewî yên ji Çorum û Sêwasê jî dijîn. Bêhtir hilbijêrên HDP û CHP'ê zêde ne. Di demên borî de AK Partiyê xwest ku li vir projeya "mizgeft-cemxane" bixe dewreyê. Ev projeya ku di esasê xwe de ji bo guhertina demografyaya taxê bû rastî nerazîbûneke tund a welatiyan hat.
Li Qada Tuzluçayirê ku wekî "Qada Azadiyê" tê binavkirin li her diwarê maleke pankart û nivîsên wekî "Bi Hêzên Azadiya Jinan ve ber bi serkeftinê" "Em bi Na bigihîjin hev" "Di 8'ê Adarê de em dengê xwe Na ve bikin yek" "Jin ji serokatiyê re dibêjin Na" "Ji nîzama qatlîamê re Na" "Ev welat ê me ye ciwan dibêjin Na" hene û ji niha ve tercîha xwe ay referandumê nîşan didin.
'JI 12'Ê ÎLONÊ XIRABTIR E'
Celal Aygun ê 52 salî ji Wezareta Çandê teqawît bûye lê vê yekê wekî "Ez ji Wezareta Bêçandê teqawît im" tîne ziman. Aygun ê ku li kafeya rûdinê tercîha xwe ya referandumê anî ziman nîqaşên têkîldarî sererastkirina qanûna bingehîn wekî nîşana "îxtidarê" bi nav dike û van nîqaşan "pir teng û hêsan" dibîne. Aygun nîrîna xwe wiha anî ziman: "Ev nîqaşên li pişt perdeyê nînin. Jixwe qanûna bingehîn heye lê civak ji vî agahdar nîne. Ger em li vî kafeyê bipirsin tu kes ji qanûna bingehîn agahdar nîne, kesek dengê xwe nake. Ez jî tenazul nakim ku hîn bibin ji ber ku li şûna tarîtiya heyî tarîtiyekî din tê." Aygun diyar kir ku guhertina ku bi vî rengî tê kirin ji Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê xirabtir e. Aygun ji bo helwesta xwe ya referandumê jî wiha got: "Ez dibêjim na. Êdî bes e mirovan ji vî îxtadarê kişandin, êdî bila gel bixwe bi rêve bibe."
'LI TUZLUÇAYIRÊ BILA KES BENDA ERÊ NEBE'
Ufuk Kara yê ku kafeyê dide xebitandin jî ji destpêkê heta dawî axaftinên Aygun guhdar kir jî bi gotina "Bila li Tuzluçayirê kes li benda erê nebe" tevlî nîqaşan bû û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku di referandumê de 'Na' derkeve. Ger ku bi rastî jî hilbijartinekî baş a qanûna bingehîn bûye me yê li partiyan mêze nekire û deng bida. Em il madeyên ku xistine qanûna bingehîn dinêrin tiştekî ku xîtabî gelan, bindestan, wên wêdetir hatine kirin tiştek tuneye. Divê gelê tirk û kurd bên cem hev jibilî vê çare nîne."
'AK PARTÎ BAWERIYÊ NADE'
Kara destnîşan kir ku AK Partiyê ji bo Tirkiyeyê gaveke sûdewar neavêtiye û wekî partî jî baweriyê nade û wiha berdewam kir: "Em vî rêveberiyê, nizama sermayeya kapîtalîst jixwe naxwazin û ji binî ve dixwazin bila hilweşe. Em li taxa xwe van nîqaş dikin. Lê zêde nayê nîqaşkirin. Hemû kes bi fikar in. Dibe ku yên dibêjin 'Erê' 3-5 kes in lê ew jî fedî dikin ku nîqaş bikin, nabêjin."
'ME KAMPANYAYA NA DA DESTPÊKIRIN'
Li Komeleya Gundê Kurkçuler a Olîlî ya Erziromê jî nîqaş referandum e. Endamên komeleyê yên ku meclîsê parlamenteran temaşe dikin di heman demê de okey dilîzin û dema xwe derbas dikin. Dema ku bihistin em ji bo nûçeya referandumê çûne bi gotina "hûn tam hatiye cihê wî" em pêşwazî kirin û têkîldarî referandumê helwesta xwe bi awayekî zelal tînin ziman.
Ewil Serokê Komeleya Gundê Kurkçulerê Şener Turkmen axivî û got ku wan kampanyaya "Na" dane destpêkirin, xebatên wan tenê bi Tuzluçayirê bi sînor nîne û li tevahiya Mamakê xebatê dikin. Turkmen wiha axivî: "Em kolan bi kolan digerin diçin malan. Em ji mirovan re dibêjin ger ku 'Erê ' derkeve dê Tirkiyeyê çawa bibe, ger ku 'Na' derkeve dê pêşiya çi bê girtin vedibêjin."
'JI SEDÎ 80 ELEWÎ BET IN'
Endamê komeleyê Mahîr Cevîz jî ji aliyê elewiyan ve dinirxîne û zilma ku bi salan e elewî rû bi rû ne tîne ziman. Cewîz destnîşar kir bi hatina AK Partiyê ve "zilm derketiye asta herî jor" û wiha axivî: "Niha ji sedî 80 elewî betal in. Dewlet kar nade. Li saziyên dewletê binêrin hejmara elewiyan çiqas kêm e. Dema ku ji me re gotin bibêjin 'Erê' me peyvekî bi mantiq jî nedît. Di hilbijartinên referandumê de tekane tişta ku em bikin kesên ku dibêjin 'Erê' qanî bikin ku bila bibêjin 'Na'. Em ê ji bo vê yekê bixebitin."
'ELEQEYA TERCÎHA MIN A NA BI PARTIYÊN SIYASÎ RE NÎNE'
Kuaforê bi navê Nurî jî diyar kir ku ew ê di referandumê de bibêje "Na", tu eleqeya vê yekî jî bi partiyên siyasî re tuneye û wiha berdewam kir: "Hikûmet li ser mirovan tirsê diafirîne. Wekî di hilbijartinên borî de niha jî heman polîtîkayan dimeşînin. Tiştên ku diqewimin ji biçûkan heta mezinan bandorê li hemû kesan dike. Ez bi temam bi awayekî bêalî dibêjim 'Na'."
'DIVÊ GEL LI WÎ MECLÎSÊ RÛNÊ'
Haydar Başaran ê 52 salî yê li Qahwexaneya Kangalê lîstîka xwe ya okeyê nîvcî hişt û têkîldarî referandumê nêrînên xwe parve kir. Başaran bi gotina "Divê gel li wî meclîsê rûnê" des ti axaftina xwe kir û bal kişand li ser pêkûtiyên li dijî kesên ku di referandumê de xebatên "Na" didin meşandin û diyar kir ligel vê yekê jî dê "Na" derkeve.
'GER KU YEK ZILAM BE DÊ ELEWÎ TUNE BIN'
Ciwanê bi navê Sedat Akta jî diyar kir ku dê tercîha wî "Na" be û "Yek zilamî" qebûl nake. Akta destnîşan kir ku ger ku "Yek zilam" bê li Tirkiyeyê elewî tune bibin. Akta li hemberî nêzîkatiya îxtidarê ku hemû kesan wekî "terorîst" îlan dike vî gelek bi hêrs e.
'DI 16'Ê NÎSANÊ DE BIBÊJIN NA'
Welatiyê bi navê Îbharîm jî bal kişand li ser helwesta MHP'ê û bi gotina "Ligel Bahçelî jî piraniya MHP'ê dibêjin Na. Ew jî dizanin ku ev hilbijartin bi partiyan re têkîldar nîne. Ez MHP'î bûma jî min ê bigota Na. Ji ber ku ez di ferqê de me welat ber bi kaosê ve diçe. Em tax bi tax xebatan didin meşandin. Ji bo vir dibêjin Moskow e Biçûk. Polîs jî ditirsin nikarin bikevin" bang li hemû kesan dike û dixwaze di 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".
Ayşe Surme - dîhaber