Li gundên Licê bi ser malan de digirin

AMED - Li Licê operasyona ku bi beşdariya hezaran leşker, polîs û cerdevanan hatiye destpêkirin bombebaran tê kirin û hate hînbûn ku li gundan bi ser malan de tê girtin.

Li 18 gundên navçeya Licê ya Amedê ku roja yekşemê "qedexe" hat îlankirin bi beşdariya hezaran leşker, polîs û cerdevanan ve operasyona hate destpêkirin didome. Di operasyona ku li sînorê Licê û Dera Henî li herêmeke 30 kîlometre operasyon tê kirin bi taybetî li herêma gundêr Zengesor, Xosor, Mergê, Mizak, Hendiv, Barav û Axtiganê operasyon zêde bûye. Hate hînbûn ku bi helîkopteran herêm ji duh ve ye tê bombebarankirin û bi makîneyên kar ên ku birine herêmê jî riyên bi berfê girtî ye tê vekirin.

BI SER MALAN DE TÊ GIRTIN

Li herêma ku operasyon heye şebekeyên telefonan hatiye qutkirin, hate hînbûn ku li gundê Xosorê welatiyê bi navê Remzî yê bi tena serê xwe dijî hatiye binçavkirin. Li aliyê din malên ku zivistanê kes namîne jî deriyên wan tên şikandin û lêgerîn tê kirin. Dîsa li herêmê nahêlin ku welatî ji malên xwe derkevin û sewalên li axuran jî 3 roj in birçî ne.

28 NOQTEYÊN LÊGERÎNÊ HAT DANÎN

Herêm bi temamî ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û gund jî di nav de bi temamî 28 noqteyên lêgerînê hatiye danîn. Riya Amed û Çewlîgê wesayît tên rawestandin û hate hinbûn ku leşkerên li Qereqola Baverê heqeret li welatiyan dikin.

ŞER HEYE

Hate îdiakirin ku li çoltera gundên mizrag û Hendîvê dem bi dem dengê çekan tê û şer çêdibe.

HEYET DIÇE HERÊMÊ

Ji ber operasyona li herêmê heyeta ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) pêk tê dê îro biçe herêmê.