NAVENDA NÛÇEYAN- Serê sibehê DAIŞ'ê êrîşî girê gundê Sewra yê li başûrê Şengalê kir. Li herêmê şerên dijwar diqewimin.
Di saetên serê sibehê de DAIŞ'ê êrîşî girê gundê Sewra yê li başûrê Şengalê kir. Girê stratejîk ê gundê Sewra, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdxanê, ku YBŞ/YJŞ’ê di 12’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin de, ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Di nav 2 rojên borî yên pêngavê de endamên YBŞ/YJŞ’ê, 4 girên stratejîk ên gundên Sewra, Heyale û Sekiniye ên li başûrê Şengalê û sêgoşeya di navbera Şîlo û Medîvan yên ku parastina gundê Sewra dike de jî bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.