Dayikên Aştiyê êrîşa li dijî Şengalê şermezar kir

ÎZMÎR - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê şermezar kirin û gotin tu ferqa Barzanî ji DAIŞ'î tuneye.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, ji bo êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê şermezar bikin li avahiya DBP'ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek kes beşdarî civînê bûn. Li ser navê dayikan Behiye Yalçin axivî û êrîşên PDK'ê ya li dijî Şengalê şermezar kir. Yalçin destnîşan kir ku di dema êrîşên DAIŞ'ê de PDK'ê Şengal terikandiye, reviyaye û wiha got: "Ger ku Barzanî Şengal nehişta û nerviya bi hezaran êzidî dê neketa destê DAIŞ'ê."

'EM ÊRÎŞAN ŞERMEZAR DIKIN'

Yalçin da zanîn ku bêdengiya Barzanî ya wê demê tiştekî bê qebûlkirin nebû û wiha berdewam kir: "Barzanî niha ji xwe wekî maşe dide bikaranîn. Kî çi dibêje wî dike. Barzanî birakujiyê dike. Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat ferq tuneye hemû kes xwîş û bira ne. Bila zilma û êrîşa li ser Şengalê rakin. Bila devji vî exlaqî û xwefiroşiyê berde. Êdî bes e bila xwîn neherike. Heta kengî dê pereyê bi xwîn bixwaze. Bila navê kurdan di nava dewletan de bi qirêj neyê bi bîr anîn. Barzanî jî wekî DAIŞ'ê niha li Şengalê dixe, Yên ku wekî Barzanî dikin jî şirikî kujeriya Barzanî ne. Em êrîşên li dijî Şangalê şermezar dikin."

'GER BARZANÎ BIPARASTA EV NEDIBÛ'

Dayika bi navê Cemîle Aydin jî bang li gelê kurd û Barzanî kir û xwest kurd bi awayekî yek perçe xwe biparêzin. Aydin wiha got: "Tu caran nabe mirov, bila aqilê xwe komî serê bike. Gelê kurd çiqas hate qetilkirin, wijdana wî çiqas rehet e. Ger ku te Şengal biparasta zarokên kesekî nedimir û zarok rastî tecawizê nedihatin. Tu misilmanî vî dikî. Tu ne misilmanî."