Hunermend Aram Serhat hat binçavkirin

STENBOL - Hunermend Aram Serhat, ji ber bere 2 salan tevlî konsera li Elezîzê bûye hat binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê derbarê konsera HEP’ê ya li Kovancilara Elezîzê ber 2 salan ji bo Rojava lidarxistibû de lêpirsîn da destpêkirin. Polîsan vê sibê bi ser mala hunermend Aram Serhad ê ku di 3’ê Sibata 2015’an de tevlî konsera li Kovancilarê bûye de girtin, ji ber Serhad ne li malê bû ji bo îfade bide çû Midûryeta Polîsan a Buyukçekmeceyê.

Serhad ku ji bo îfadê çû mirdûryetê ji ber di konserê de postere Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye vekirin pankartên “li Rojava mirovahî tê qetilkirin” û “bi zimanê dayîkê mafê berwedehiyê” hat vekirin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê kiri ye” hat binçavkirin.

Hat raginadin ku ji bo îfade bide divê Sehad biçe Elezîzê, parêzerê Serhad Mehmet Dagdevîren jî wiha got: “Li gorî qanûnan pergala bi SEGBÎS’ê îfade bide heye û dikarin ji vir bigirin. Li gorî pîvanên berê jî dikarin bi fermanê îfadeyê bigirin. Lê dozger dixwaze rêbike Elezîzê û îfade bide Şaxa Têkoşîna bi Terorê re. Ji bo li vir îfade bide me daxwazname da û em li benda encamê ne.”