Cezaya pere dan Hasan Cemal: Heta rojnamegerên kurd azad nebin rojnamgerên tirk azad nabin

STENBOL - Li rojnameger Hasan Cemal ê ku ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê Gerînendetiya Giştî ya Weşanê ya Nobedar kir bi îdia "daxuyaniyên rêxistinê weşandiye" 6 hezar TL cezaya pere hat birîn. Cemal di parastina xwe de wiha got: "Heta rojnamegerên kurd azad nebin rojnamgerên tirk azad nabin."

Doza ku der barê 6 rojnamger, nivîskar û lîstikvanên ku ji ber piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê de Gerînendetiya Giştî ya Nobedar kirine hatibû vekirin li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Di dozê de rojnameger Hasan Cemal amade bû.

Hasan Cemal di parastina xwe de wiha got: "Ez ji bo ku çapemeniya azad û serbixwe biparêzim li vir im. Dema ku çapemeniya azad û serbixwe diparêzim di rewşeke ku rajnamegerên kurd azad nîn de dixwazim bibêjim ku rojnamegerên tirk jî azad nabin. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi aştiyane bêyî şîdetê bê çareserkirin û serdestiya hiqûqî hebe ev dê bibe gaveke pir mezin. Ji ber vê yekê min piştevanî da dostên xwe yên kurd ên rojnamegerb Min gelek gotar û pirtûk nivîsand. Ez çûm geliyê Bekayê û bi Ocalan re hevpeyvîn kir lê der barê min de tu doz nehat vekirin."

ÎLKÎZ: DOZ LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E DIVÊ DOSYAYÊ BIŞÎNİN AYM'Ê

Parêzerê Cemal, Fîkret Îlkîz jî parastina "ev doz di çarçoveya Qanûna Çapemeniyê de li dijî qanûna bingehîn e. Divê hûn vî nêrînê cidî bigirin" kir xwest dosya ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) re bê şandin. Dadgehê ev daxwaz red kir. Îlkîz di çarçoveya Qanûna Çapemeniyê de parastin kir û got ku divê ceza ji bo gerînendetiya giştî ya weşanê neyê dayîn.

6 HEZAR TL CEZA DAN ÎLKÎZ

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê der barê Cemal de ji "endamtiya rêxistinê" biryara beraetê da bi îdiaya "daxuyaniyên rêxistinê weşandiye" 6 hezar TL ceza li Cemal birî.