Dayikên Aştiyê êrîşa Şengalê şermezar kirin

STENBOL - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, êrîşa komên KDP’ê ya li dijî Şengalê şermezar kir. Dayikan bang li Mesut Barzanî kir û xwest demek berî demekê ji polîtîkayên "Brakujiyê" berde.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, êrîşa komên girêdayî KDP’ê ya li dijî Şengalê şermezar kir. Endamên Meclîsa Dayikan li pêş avahiyên Unkapani kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Revşan Doner, axivî û ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî xwest dest ji polîtikayên "brakujiyê" berde. Doner, Barzanî hişyar kir û got "Ger ku em nebin yek em dê biçin yek bi yek û xwest êdî Barzanî bi wan re bibe yek.

Doner der barê referanduma 16'ê Nîsanê de jî axivî û xwest her kes li dijî neheqiyê bêjin "Na" û biçin ser sindoqan dengê "Na" bikar bînin.