DERSIM - Li Dersimê di 7'ê Mijdara 2016’an de operasyona hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de 11 endamên DHKP-C'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin 12 rojin di çalakiyê greva birçîbûnê dene. Ji malbatan Kemal Gun, diyar kir ku piştî operasyonê ew çûn herêmê hestiyên 6-7 cm ku şewitîbûn û bûbûn wekî komirê kom kirin.
Li Çemê Çatê yê navçeya Hozata Dersimê di 7'ê Mijdara 2016'an e operasyona hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de 11 endamên DHKP-C'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan hêj cenazeyên zarokên xwe negirtine. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin li Qada Seyid Riza çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel Ebru Timtik, malbat ziyaret kir û daxuyanî da.
‘EM VÊ YEKÊ QET JI BÎR NAKIN'
Prz. Tîmtîk, diyar kir ku berê jî di sînorên bajarê Dersimê de mirov hatin kuştin û di kuştina mirovan de çekêm kîmyewî hatin bikar anîn. Timtik, anî ziman ku wê demê jî cenazeyên zarokan ên nedihatin naskirin teslîmî malbatan kir. Cenazeyên ku tev hatibûn şewitandin û nedihatin naskirin teslîmî malbatan kirin.
û wiha got: "Me xwest qeyd û belgeyan bigirin. Ji ber ku li herêmê hestî tev hatibûn şewitandin. Herêm tev hatibû şewitandin. Hemu delîl ji holê rakibûn. Niha delîl hatine windakirin. Perçeyên mirov ên mabûn jî tev şewitandine û ji holê rakirine. Ji ber vê yekê divê biryara veşartinê neyê dayîn. Lê li gel vê yekê dozgeriyê biryara veşartina dosyayê da. Dozger îdîa kir ku dê Manîpulasyonê bikin. Lê ji xwe yên ku herêm şewitandine û delîl tev winda kirine manîpule kirine. Hêzên girêdayîe AKP'ê û Wezareta Karên Hundir bêyî li hiqûq û mafên mirovan guhdar bikin ev pêk anîne. Ma em dê vê yekê çawa ji bîr bikin. Em qet ji bîr nakin? Em vê yekê ji wan re nahêlin. Em dê heta dawî têkoşîna vê yekê bidin. Ji bo em rûmeta mirovan biparêzin emê têbikoşin."
'ME HESIYÊN ŞEWITÎ YÊN 6-7 CM KOM KIRIN
Bavê Murat Gun ê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da Kemal Gun jî anî ziman ku ew tu tiştî ji dewletê naxwazin û wiha got: "Temam kuştin û şewitandin. Lê tew nebe bila cenazeyê wan bidin me. Em ji bilî cenazeyan tu tiştî ji dewletê naxwazin. Bila dewlet cenazeyê me bide me û em biçin defin bikin. Ev mafê me ye. Canê me jî di vê rêyê de biçe em dê mafê xwe biparêzin. Her ter şewitandin û tune kirine. Li kêleka stargehê perçe perçeyên hesiyan mabûn. Cenazeyên mayî jî birin saziya tipa edlî. Em nizanin çend cenaze ne. Min hestiyên bûbûn komir ên 6- 7 cm ji herêmê kom kirin. Berê jî 7 cenaze ji saziya tipa edlî hatin derxistin. Dema me çû lêkolîn kir êdî 2-3 kesin çi li wan hatiye em nizanin. Me hestî derxistin û dan rayedaran.