BBP'ê biryara xwe ya referandûmê daxuyand

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Lijneya Îstişareya Bilind a BBP'ê Hakki Oznur, biryara partiya xwe ya referandûmê daxuyand. Oznur di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em vê rejîma tê ferzkirin qebûl nakin. Ev guherandin rejîmeke Erdoganîst e."

Serokê Lijneya Îstişareya Bilind a Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Hakki Oznur, li TBMM civîneke çapemeniyê çêkir û di vê civînê de ragihand ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Oznur di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Bi vê pergalê re dê pergala yekpartî û 'yekzilamî' bê avakirin. Dê zilamek hikmî hemû dewletê bike. Dê hem bibe hikûmet, hem bibe Meclîs, hem jî dê bibe dadgeh. Em vê rejîma tê ferzkirin qebûl nakin. Guherandinên Qanûna Bingehîn bêyî ji aliyên civakê, civaka sivîl û partiyên siyasî ve bê nîqaşkirin, ji aliyê AK Partiyê ve di nava çar dîwaran de hat amadekirin û bi telaşeke mezin di TBMM'ê re hat derbaskirin. Serdema me serdema azadî û demokrasiyê ye. Lê Îktîdara AK Partiyê îxaneta 15'ê Tîrmehê veguherand firsendê û firsendiya rejîma otorîter dike."