Ji kedkaran heta xwendekaran dibêjin 'Na'

STENBOL - Li Kadikoyê esnaf, xwendekar, kedkar, hîndekar, gelek derdoran diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji bo jiyanê, bêhnstendinê, azadiyê divê 'Na' bê gotin."

Her diçe têkildarî referandûmê eniya "Na"yê xurt dibe. Li Kadikoya Stenbolê, xebatên "Na"yê bênavber didomin. Ji berlavkirina belavokan bigire, vedana stantdan gelek xebat tên kirin û her wiha li kuçeyan sedemên "Na"yê tên vegotin.

Kedkarê perwerdehiyê Yilmaz Çag ê got "Ez ê biçim ser sindoqê û bibêjim 'Na'", sedemên xwe yên "Na"yê wiha vegotin: "Çimkî huqûqa Qanûna Bingehîn ji bo mafên min ewlehiyek e. Ji bo parastina vê em ê bibêjin 'Na'. Em ê ji bo platformeke ku dê kesek tenê biryarê bide, teqez nebêjin 'Erê'." Her wiha Çag, bang li her kesî kir da bibêjin "Na".

‘ÊDÎ BES E...'

Aysun Ulus a emekdar jî diyar kir ku ew ê biçin ser sindoqê û bibêjin "Na". Ulus, ji kêmaniya meaşê xwe yê emekdariyê neraziye û wiha axivî: "Êdî bes e, keda me bin pê kirin. Dê heta kengî kedxwariyê bikin. Meaşê me her tim wek xwe ye. Min ji vê dewletê re 37 salan xizmet kir. Ji dêvla di emekdariya xwe de rihet bibim, her diçe bêtir em noq dibin. Em ji vana hemûyan re dibêjin êdî bes e. Ji ber vê em ê bibêjin 'Na'."

Emekdar Selahattin Çarli ê got, "Ji bo li Tirkiyeyê ev rewşa xerab raweste ez ê biçim ser sindoqê û bibêjim 'Na, Na, Na'" wiha axivî: "Wek endezyarê daristanê yê bilind emekdar bûm. Dema dixebitîm meaşê min têra min dikir. Yek ji wan karmendên meaşê wan herî zêde dixebitîm, lê niha dema 15'ê mehê tê di dest de tiştek jî namîne. Ji bo em rastî van rojan bên em nexebitîn. Ji bo dema em extiyar bibin li ber kesî dest venekin xebitîn. Lê belê, îro em di sînorê birçîbûnê de dijîn. Em ê ji vana re nebêjin 'Erê'."

‘ERÊKIRIN QEDANDINA HÊVIYA YE'

Xwendekar Goksu Yilmaz jî wiha got: "Wateya hatina pergala serokatiyê, dê ji demokrasiya ku niha tenê navê wê heye tu tişt jî nemîne. Yanî qedandina hêviyan e. Ji ber vê dibêjim 'Na'."

‘JI BO BÊHNSTENDINÊ 'NA''

Ji esnafên Kadikoyê Gokhan Sofuoglu jî, diyar kir ku ew ê bibêje "Na" û wiha got: "Ji bo jiyanê, ji bo azadiyê divê 'Na' bê gotin." Sofuoglu, diyar kir ku di referandûmê de "Na" bi qasî nan û avê girîng e. Her wiha wiha peyam ji Serokomar re şand: "Serokomar berê jî ji me re gotibû terorîst. Bila îro jî bibêje derbekar. Lê ez li vir helbesta Nazim a 'Xayinê Welat' diyarî wî dikim."