AMED - Amediyan, êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê wek îxanetê nirxandin û gotin; "Gelê Başûr û pêşmerge şer naxwazin, lê Barzanî şer dixwaze."
Amediyan, êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê yên piştî serdana Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê pêk hatin nirxandin. Amediyan diyar kir ku, ew ê qethiyen vê rewşê qebûl nekin û bang li PDK'ê kirin da dawî li van êrîşên xwe bîne.
‘ÊRÎŞ LI DIJÎ DESTKEFTIYAN E'
Naşide Buluttekin Can, diyar kir ku êrîşa li Şengalê li dijî destkeftiyan e û vê êrîşê wek îxanetê nirxand. Can, diyar kir ku tiştên wisa ji PDK'ê tên û got, bi taybetî jî ev êrîşa piştî hevdîtina li Enqereyê pêk hat nîşan dide ku bi planî hatiye kirin. Can, êrîşê şermezar kir û xwest demildest dawî li van êrîşan bê.
‘BILA BARZANÎ JINÊN DI DEST DAIŞ'Ê DE NE RIZGAR BIKE'
Jina bi navê Songul Kapanci, diyar kir ku piştî Barzanî hatiye Tirkiyeyê û li hev kirine, êrîşî gelê êzidî kiriye û got, ew vê êrîşê qebûl nakin. Kapanci ya êrîş şermezar kirin, bi bîr xist ku di sala 1992'yan de jî heman polîtîkaya şaş hatiye sepandin, lê tu encam bi dest neketiye. Kapanci wiha axivî: "Ji dêvla Barzanî êrîşî şengalê dike, bila biçe bi hezaran jinên êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bike. Wek jinan em dixwazin demildest dawî li van êrîşan bê û em naxwazin di navbera kurdan de şerekî nû biqewime."
‘DI NAVBERA FERASETA PDK Û DAIŞ'Ê DE FERQ TUNE YE'
Welatiyê bi navê Fereç Batu jî, diyar kir ku di navbera feraseta PDK'ê ya êrîşî Şengalê dike û yên di Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin de tu ferq tune ye û got, vê êrîşa li dijî Şengalê ne mumkun e ku mirov wek "birakujiyê" pênase bike. Batu wiha domand: "A rast şerê di navbera du ferasetan de ye. feraseteke serwerê Krudistanê heye û bi sala ne di navebra van ferasetan de rageşiyek heye. Ez vê êrîşa li dijî gelê êzidî şermezar dikim."
‘ÊRÎŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ BERHEMA POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ E'
Welatiyê bi navm İbrahim Kitay, diyar kir ku ew di navbera kurdan de şerê "birakujiyê" naxwazin û xwest kurd bibin yek. Kitay wiha axivî: "Polîtîkayên PDK ne bi 5 qurişan e jî. Bi Tirkiyeyê re li hev dike. Lê nizane ku dê taliya talî wî jî bixapînin. Heta ku ev polîtîka hebin, dê her mehkûmî xapandinê be. Em baweriya xwe bi Tirkiyeyê re nayinin. Çewtiyên ku berê bav û kalên me kirin, niha Barzanî dike. Bi vê bawerim gelê li wir û pêşmerge tiştekî wisa naxwazin. Lê belê, êrîşa li şengalê berhema polîtîkayeke berjewendiya pergalan e."
‘DIVÊ EM BIBIN YEK'
Welatiya bi navê Vasfiye Yigit, bang li Barzanî kir û wiha axivî: "Em bira ne. Lê tu bi Tirkiyeyê re li hev dikî û êrîşî êzidiyan dikî. Em vê qebûl nakin. Êdî dev ji vî şerê birakujiyê berde. Divê kurd êdî et şerê birakujiyê nekin. Dest bidin destên hevdu. Heta ku vê nekin dê qet bi ser nekevin. Dema em bibin yek dê tu hêz nikaribe li pêşberî me raweste."