MÊRSÎN - Mêrsîniyên ku li bendê ne di referandûmê de ji sedî 76 dengê "Na"yê derkeve, diyar kirin ku ew qanûneke bingehîn a piralî, demokratîk û azadîxwaz dixwazin û gotin, ew ê apartmanê jî teslîmî yek zilamî nekin.
Yek ji bajarên tirkiyeyê yê eniya "Na"yê lê xurt e, Mêrsîn e. Mêrsîniyan diyar kir ku ew di referandûmê de li benda rêjeyeke ji sedî 76 dengê "Na"yê ne û gotin, ew doza qanûneke bingehîn a azadîxwaz û demokratîk dikin.
ANKETA GEL JI SEDÎ 76 'NA' YE
Li kuçe, kolan, qehwe û gelek deverên din ên Mêrsînê, welatiyê me mîkrofon dirêjî wan kirin diyar kirin ku, ew di referandûmê de herî kêm li benda rêje ji sedî 76'ê dengê nayê ne. Her wiha daxwaza mêrsniyan ew e ku qanûneke bingehîn a piralî, demokratîk û azadîxwaz bê çêkirin.
‘PÊDIVIYA ME NE BI YEKZILAMÎ, BI AŞTIYÊ HEYE'
Welatiyê bi navê Sabahattin Ayhan, anî ziman ku tekane daxwaza wan aştî ye û wiha axivî: "Ez ê bibêjim 'Na'. Tenê daxwaza me aştî, aramî û bextewarî ye. Wekî din em tiştekî din naxwazin."
Welatiyê bi navê Abdullah Taniş jî, diyar kir ku beriya qanûna bingehîn a "yekzilamî" li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên din hene ku divê bên çareserkirin û wiha got: "Divê beriya her tiştî Tirkiye bêşî hîmê xwe têkûz bike. Niha pêdiviya Tirkiyeyê bi tiştekî wisa tune ye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi qiraltiyê tune ye. Pêdiviya welat demokrasî ye."
Welatiyê bi navê Alaattin Batur jî wiha axivî: "Na, Na, Na. Çimkî ji bo çewisandin û pêkûtiyên li ser me zêdetir nebin, 'Na'. Ji bo dawî li çewisandin û zilmê bê em ê biçin ser sindoqê û bibêjin 'Na'. Bendewariya me ya ji Qanûna Bingehîn a nû ne ev e. Em aştî, biratî, demokrasî û mafên mirovan dixwazin. Divê dawî li hemû pêkûtiyên li ser gelê kurd bê. Daxwaza ji qanûneke bingehîn jiyaneke azad e."
‘EM Ê APARTMANÊ JÎ RADESTÎ YEKZILAMÎ NEKIN'
Ekrem Hazar: "Ji xwe her titş li holê ye. Ji xwe krîza herî mezin ji me esnafên biçûk dest pê dike. Em bi hezaran carî dibêjin 'Na'." Welatiyê bi navê Muhammet Taşpinar jî, dest nîşan kir ku ew apartmanê jî radestî rêveberiya yekzilamî nakin û got, divê Qanûna Bingehîn bi temamî bê guherandin. Taşpinar, dest nîşan kir ku divê di Qanûna Bingehîn de hemû derdorên civakê hebin û got, divê qanûneke bingehîn a azadîxwaz û demokratîk be.
Mehmet Yilmaz jî têkildarî guherandina dixwazin pêk bînin wiha got: "Li dijî zilma Erdogan û derdora wî 'Na'. Bi hezaran car dibêjim 'Na'. Mirov têng irtin. Tên qetilkirin. Em daxwaza qanûneke bingehîn a mirin û zilm tê de tune ye dikin." Faraç Deniz jî wiha got: "Çima em ê bibêjin 'Erê'. Helbet em ê bibêjin 'Na'. Ji bo li vî welatî mirov wek mirovan bên dîtin em ê bibêjin 'Na'. Ji bo qanûneke bingehîn a fêdeya wê li hemû mirovan be em ê bibêjin 'Na'. Ne ji bo Erdogan û çend kesên dora wî, ji bo pêşeroja hemû welat em ê bibêjin 'Na'. Bi hezarab car em ê bibêjin 'Na'."
‘EM QANÛNEKE BINGEHÎN A PAKTIR DIXWAZIN'
Mehmet Ali Ozkan jî diyar kir ku, ew li benda qanûneke bingehîn a demokratîktir e û wiha got: "Ji bo welatekî demokratîktir, ji bo azadî û aştiyê em ê bibêjin 'Na'. Ji bo qanûneke bingehîn a xîtabî hemû welat bike em ê bibêjin 'Na'."
Welatiyê bi navê Hayrettin Aldamiş jî wiha sedema xwe ya "Na"yê vegot: "Ji bo qetlîamên li Cizîr, Sûr û Şirnexê ez ê bibêjim 'Na'." Ali Şaşmaz, got ew ê ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz, Mehmet Ali Esen jî got qanûneke bingehîn a paktir bibêje "Na".
'TARIM İŞÇİSİNİN 'HAYIR'DAN BAŞKA SEÇENEĞİ YOK'
Kedkarê çandiniyê İbahim Çelik jî zor û zehmetiyên kedkarên çandiyê vegotin û got, ew di lehiya rabû de mexdûr bûne. Çelik diyar kir ku, ji zûv de ye ku çandinî rastî tu qîmetê nayê û got, fêdeya tu hikûmetê li karkarên çandiniyê nebûye. Çelik diyar kir ku, ew 11 lîreyî mesref dikin, lê dahata tê 9 lîre ye û got, ji bilî "Na"yê tu alternatîfeke wan tune ye.
'LI DIJÎ NUKLEERÊ 'NA''
Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê Ful Ugurhan, anî ziman ku di referandûmê de tekane bersiva xwezahezan "Na" ye. Ugurhan, dest nîşan kir ku ji bo Mêrsîn ji tehdîta santralên nukleerê û hemû tehdîtên li dijî xwezayê rizgar bibe, di refrandûmê de ji bilî "Na"yê tu şensekî wan ê din tune ye.