TEKÎRDAG - Mamosteyên ku li Tekîrdagê hatin îxrackirin diyar kirin ku ew bi simîtekî jî dikarin bijîn û ev ji bo wan rûmet e. Mamosteyan diyar kirin ku ji bo ew li mafê xwe û mamostetiyê xwedî derkevin dê bêjin "Na".
Bi îlana OHAL'ê û biryarên Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) bi hezaran hîndekar û mamoste hatin îxrackirin. 49 mamosteyên hatin îxrackirin jê 31 endamên Egîtîm Sen'ê ya Tekirdagê ne. Mamosteyên ku ji kar hatin îxrackirin dîsa wekî ku her sibe biçin dibistanê diçin Egîtîm Sen'ê. Dîsa diçin simîtê xwe digirin û li Şaxa Egîtîm Senê bi çayê re taştê dikin. Mamoste diyar dikin ku êdî ew tenê zikê xwe bi simîtan têr dikin û ev ji bo wan rûmetek e.
Mamosteyên ku hatin îxrackirin hin ji wan 4 sal û hin ji wan 30 salin mamoste ne. Mamosteyan dikar kirin ku ew ji van zext û binpêkirina mafan ne bi yanî ne û hemû êrîş û zextên li dijî wan girêdayî tekoşîn û doza wan e. Mamosteyan diyar kirin ku îxrac ji bo wan nîşaneyek rûmetê ye û ew dê li pîşe, ked û rûmeta xwe xwedî derkevin. Mamosteyan anîn ziman ku ji bo ew li rûmeta xwe û keda xwe xwedî derkevin dê bêjin "Na"
TEVÎ 2 ZAROKÊN XWE BÊ MAL MAN
Mamosteyê 32 salin li dibistanê perwerdehiyê dide û tevî hevsera xwe hatin îxrackirin Yildir Arslan, anî ziman ku di encama xerên îkdarê de mamoste hatine îxrackirin û wiha got: "Em piştî hatin îxrackirin em tevî 2 zarokên xwe ji lojmanên ku em bi kirê lê diman hatin derxistin. Me tawanbar dikin lê delîlek şênber tune. Mirov bê çare dihêlin ji ber ku tiştekî tu pê tawanbarkirin tune û tu li hemberî wê xwe biparêze tune ye. Em dê li dijî vê êşê û neheqiyê bêjin Na' Her tişt ji bo rejîma yek zilamî tê kirin. Ev guhertin pergala faşizan bi xwe re tîne."
EZ ÊDÎ NE MEMÛRÊ DEWLETÊ ME EZ AZAD IM
Mamosteyê 28 salin li dibistanê kedê dide û xwendekaran perwerde dike Kazim Unlu jî yek ji mamosteyên di sendîkayê de herî zêde tê hezkirin e. Unlu, di nava Tevgera Mamosteyên Demokratik de cih girtiye û ji wê demê heta niha her dem ji bo parastina mafê kedê li kolan û qadan têkoşîna xwe berdewam dike. Unlu, îxrackirin wekî nîşaneya rûmetê bi nav kir û wiha got: "Tirkiye tu carî rewşek asayî pêş neketiye. Her dem Tirkiye di nava rewşa awarte de ye. Tecrûbeya min a 54 salan heye. Ev rewş zêde min matmayî nahêle. Faşizmê her tişt fêrî me kir. Ev zilm û neheqiya li me hati kirin ez li bendê bûm. Piştî darbeyê min texmîn dikir ku dê fatora wê di serê kedkar û muxalifan re derxin. Berî ez bêm îxrackirin ez bi fikar bûm. Lê piştî ez hatim îxrackirin ez aram im. Ez êdî azad bûm. Ez êdî ne karmend û memûrê dewletê me. Pergala faşizman dixwaze mirovan bi birçîbûnê terbiye bike. Dixwaze fikar û tirsa di nava civakê be bêtir mezin bikin. Ez ji rewşa xwe bêtir di nava fikara rewşa welat de me. Yên dibêjin "Na" bi komî wan wekî 'îxanetkarê welat' bi nav dike. Bê guman çareseriya vê yekê heye. Hêj em nemirine." Unlu, da zanîn ku ji bo ew li rûmet û keda xwe xwedî derkevin dê bêjn 'Na'
JI LEŞKERIYÊ HAT Û HAT ÎXRACKIRIN
Mamosteyê 4 salin li dibistanan perwerdehiyê dide Onur Akkuş jî diyar kir ku piştî ew çû leşkeriyê û ji leşkeriyê vegeriya hat îxrackirin û wiha got: "Leşkerî karekî pir zor e. Dema ez ixrac bûm gelek malbatên xwendekaran li min geriyan û matmayî man. Em dê di referandumê de bê guman bêjin "Na" Ji bo em vê pergalê rast bikin em dê bêjin "Na".
Mamosteya 20 salin perwerdehiya zimanê îngîlîzî dide Nurşen Akçan jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Min 20 salan ji bo dewletê ked da. Li şûna ku dewlet vê yekê bi teblîgatê me agahdadr bike xwendekaran bi peyaman em agahdar kirin. Di rojnameya fermî ya 7'ê Sibata 2017'an a hêjmara KHK'ê ya 686-29972 ev dê her dem di aqilê min de be. Ez hir hatim şikandin. Em dê bersîva vê yekê di referandumê de bidin. Ez dê li dijî hemû neheqiyan bêjim "Na".
Mamosteyê 12 salan perwerde dide û Rêvebera Şaxa Egîtîm Senê Emriye Demirkır jî anî ziman ku bi zanebûn îxrac ji wan re nehat ragihandin û ew ji rojnameya fermî fêr bûn ku hatine îxrackirin. Demirkir, "Ez mamosteya herî kevn a dibistanê me. Mamosteyên hevalên min û xwendekar li min xwedî derketin. Li dijî îxracê bertekên mezin nîşan dan. KESK û Egitim-Sen fonê piştevaniyê avakirin û piştgiriyê didin mamosteyên hatin îxrackirin. Ev ji bo me moral e. Em dizanin ku em ne tenê ne.
'TÊKOŞÎNA ME DÊ BI DOME'
Demirkır, anî ziman ku ew qet ne poşmlan in û di referandumê de "Erê" jî û Na" jî derkeve têkoşina wan a ji bo parastina ked mafên mirovan, demokrasiyê bidome. Ev vê neheqiyê ji wan re nahêlin. Mamoste stuyêxwe li ber kesî xwar nakin. Destê xwe venakin. Parsekiyê nakin. Hezkirin, heqîqet û ked nayê îxrackirin. Ez bixwazim ez dê bi şiklekî dersê bidim. Nikarin pîşe û fikrê îxarc bikin. Niha zarok bi fikrê ku min daye wan mezin dibin û dê vê tekoşînê berdewam bikin. Em dê riya xwe berdewam bikin."
Necla Demir / Uğur Atabay - dihaber