‘Em rojnameger in, berê xwe ji rastiyan naguhêzin’

AMED - Xwediyê îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi biryara KHK’ê hat girtin Ramazan Olçen got ku: “Rastî wek rojê ne, em berê xwe lê naguhêzin. Em rojnameger in û rojnamegerî jî ne sûc e.”

Tekane rojnameya bi zimanê kurdî Azadiya Welat destpêkê bi Biryara Hukmê Qanûnî (KHK) hat girtin, di van çend mehên dawî de gelek xebatkarên wê hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê Xwediyê Îmtiyazê Ramazan Olçen jî din av de 11 rojnameger hatin binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de man serbest hatin berdan. Hêzên dewletê di 28’ê îlona 2015’an de bi ser avahiya rojnameyê de girtibûn û dest danîbûn ser kartên rojnamegeran, derket holê ku der barê xwediyê kartan de lêpirsîn hatiye destpê kirin.
11 rojnamegerên ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê ketine ber lêpirsînê, di bin çavan de bi pirsên wek “We ji kê, ji kîjan rêxistinê ferman girt?”, “Hûn piştgiriya fînansî didin rêxistinê” û “Navê we yê kodî heye?” re rû bi rû mane. Dîsa di serdagirtina malên rojnamegeran de, hemû alavên wek telefon, kompîtûr, hard dîsk û pirtûk jî hatine desteserkirin.

‘BERDEWAMA ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN E’

Rojnamegerê kurd Ramazan Olçen piştî serbest hat berdan, der barê zextên li ser rojnameya xwe de agahî da û aşkera kir ku roja ku çapemeniya azad dest bi xebatan kiriye heta niha, her de di hedefa desthilatdaran de bûye, sedema vê jî ji ber ku xwedî li rastiyan derdikeve. Olçen bal kişand ser zextên li rojnameya Azadiya Welat jî û ev jî wek berdewama van zextan pênase kir û wiha got: “Di 29’ê cotmeha 2016’an de bi biryara KHK’ê rojnameya me hat girtin. Ne berî wê û ne jî piştî wê, di nava 4 mehan de tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Sedema binçavkirina me jî ew e, çavên kedkarên çapemeniyê bitirsînin.”

‘RASTÎ WEK ROJÊ NE, EM BERÊ XWE LÊ NAGUHÊZIN’

Olçen piştrast kir ku bi zext û zordariyê dê rojnameger û kedkarên çapemeniyê paşve gav nevêjin û wiha pê de çû: “Heke bikevin vê fikrînê dê xwe bixapînin. Ji ber ku tiştên ku em dinvîsin rastiyên civakê ne. Di dema îfadeyê de pirsa ‘Hûn ji kê/î fermanê digirin?’ li me kirin. Em fermanê ji civakê digirin û em jî wek ferdekî vê civakê, ne pêkan e ji vê civakê qut tev bigerin. Rastî wek rojê ne.” Olçen diyar kir ku hincetên binçavkirina wan ji yên demên borî cudatir nebûne û got ku “Em wek ‘endamê rêxistinê hatin’ sûcdarkirin. Dozgerên ku ev pirs ji rojnamegeran dikirin, bersiva wê jî ew bi xwe dizanin. Em rojnameger in û rojnamegerî jî ne sûc e.”

‘TENÊ YEK NÛÇEYA ME JÎ NEHATIYE TEKZÎPKIRIN’

Olçen destnîşan kir ku di tevahiya weşana rojnameya wan de yek nûçeya wan jî ji hêla dewletê ve nehatiye tekzîpkirin, hemû nivîsên wan rastiyan didin nîşan û ev tişt got: “Her nûçeyeke me wek ‘propagandaya rêxistinê’ dane nîşan. Ev hiqûqî nîne, konjonkturel e. Em rojnameger in, em neçar in şaşiyan rexne bikin. Rûxandina Sûrê dilê gel jî û me jî diêşîne, şewitandina vir wekî propagandaya rêxistinê tê hesibandin. Li Baxçeyên Hewselê ev 12 hezar sal e zebeş tê çandin, çêkirina TOKÎ’yê rexnekirin, dibe propaganda. Nivîsandina bombebarana Cizîrê wek propaganda tê hesibandin, lê ji hêla kî ve hatiye bombekirin li holê ye, me zêdetir nenvisiye. Heke ev propaganda be, ev ji hêla rojnamegeran ve nehatiye kirin.”
Olçen aşkera kir ku dê bi zextan tu tiştî bi dest nexin û diyar kir ku di serdema OHAL’ê de gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin û piştrast kir ku vê demê de jî çapemeniya azad hêz bihêztir e.

DI BIN ÇAVAN DE TUNDIYA DERÛNÎ

Yek jî rojnamegerê di çarçoveya lêpirsîna der barê rojnamegeran de hatibû binçavkirin jî rojnameger Haci Yusuf Topaloglu bû. Topaloglu da zanîn ku dema li Semsûrê xebatên rojnamegeriyê dikir, polîsan ew bi zorê li maşînê sîwar kiriye û ev tişt anî ziman: “Ev polîs bi tena serê xwe bû û min fêm nekir ku polîs e an na. Nasnameya xwe da nîşan û got ku ‘Biryara binçavkirinê hey’. Min jî xwest ez agahiya heval û malabata xwe pê bixim, destûr neda. Demek dirêj me hev kaş ber kaş kir. Herî dawî bi hatina 3 polîsên sivîl re bi zorê li maşînê sîwar kirin û birin qereqolê.”
Topaloglu anî ziman ku piştî ew birine Miduryeta Polîsan a Semsûrê, ew şandine Amedê, di 3 rojên di bin çavan de, bi tundiya derûnî re rû bi rû maye. Topaloglu piştrast kir ku cihê lê hatine girtin hem teng û hem jî kamkêşkî bûye, ji ber vê rewşê nexweş ketine.

TOPALOGLU: EM Ê RASTIYAN BIŞOPÎNIN

Topaloglu derbirî ku bi îlana OHAL’ê û derxistina KHK’yan re, civakê di binê tundiyê de dihêlin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Dixwazin dengê vê civakê qut bikin. Lê kesê dengê vê civakê ragihîne jî dê rojnameger bin. Ji ber vê jî zextên li ser rojnamegeran jî zêde dikin.” Topaloglu herî dawî got ku “Nûçe û xebatên wanên rojnamegeriyê hin kesan aciz dikin” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek rojnameger em dê dengê xwe hêj bilintir bikin û rastiyan binvîsin.”