Komîsyona Jinan a KCD'ê: Sedsala 21'an dê bibe sedsala jinan

NAVENDA NÛÇEYAN - Komisyona Jinan a KCD'ê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku dê sedsala 21'an bibe sedsala jinan.

Komîsyona Jinan a KCD'ê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamek weşand. Komîsyonê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar li hemû jinan pîroz kir û diyar kirin ku ew jinên hiştiye têkeve nav rûpelên dîrokê Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, Alexandra Colontai, Olimpia Degoes, Sakine Cansiz, Leyla Qasim û hemû jinên şoreşger bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Komisyonê da zanîn ku jin azadiya civakê ji xwe re dike xem, li hemberî saziyên desthilatdarî û serweriya zilaman derdikeve, li dijî hişmendiya çandî, civakî, bîrdozî û felsefî ya jinan înkar dike têdikoşe û hemû jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û cîhanê yên dibêjin em-ez jî heme bi dilsozî û dilgermî silav dikin û wiha got: "Geşedanên di encama têkoşîna dad, wekhevî û azadiyê ya jinan a li her çar aliyên cîhanê li hemberî saziyên desthilatdariyê û serweriya zilam daye destpêkirin, dide nîşandan ku wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan. Sîstema dewletparêzî-serwerî ya ku 5 hezar sal in wekî dij-şoreşa li hemberî civakbûyînê ya li ser bingeha hevkarî, dad, azadî, parvekirin û hilberînê ya ji hêla jinan ve hatiye avakirin, di nava kaosê de ye.

'EM DÊ HER DEM LI DIJÎ MODELA ZAYENDÎPARÊZ-NIJADPEREST TÊBIKOŞIN'

Komîsyona Jinan a KCD'ê di berdewama peyamê de wieha got: "Dewleta ku 5 hezar salin li ser ' desteserkirina` nirxên civakî û mirovî ava bûye hem sedem û hem jî encama vê qeyran û kaosê ye. Jin, bi têkoşîna li hemberî modernîteya kapîtalîst daye destpêkirin, bi taybetî jinên kurd bi felsefeya xwe ya dîrokî ji têkoşîna neteweyî û çînî wêdetir, bi dîtina pisgirêk û gengeşiya cinsî tekoşîn meşandiye û israra gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn a di civakbûnê de, di heman demê garantiya siyaseta demokatîk û azadiya civakî ye. Em jinên têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin baş dizanin ku bê sazîbûna AKP-dewlet a 15 salan çawa veguheriye wêrankirina xwezayê, serdestiya li ser jiyani bedena jinan, xesp kirina amûrên debarê û kedxwarî, sîstema hevserokatî ya di encama têkoşîna jinên kurd de hatiye bidestxistin bê çawa bi girtîgehan tê ceribandin. Em baş dizanin ku bê çawa tundî-milîtarîzma ku her roj dijwartir dibe gihîştiye faşîzma dewleta AKP- MHP`ê. Em jinên ku bingeha civakê ne û krîmînalîzasyona tevgeran esas digire, helbet li hemberî ev modela zayendparêz-nijadperest hertim bi têkoşîna rêxistinkirî alternatîfa xwe biafirînin û bibin alternatîf.

'TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN'

Komîsyonê herî dawî bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên kurd û wiha got: "Têkoşîna û pirgirêka jinan di aliyê dirokî û civakî de pirsgirêka dinyayê ye. Ji rojhilat heta rojava bi têkoşin û rêxistiniya bênavber, divê em têkoşîna li hemberî baviksalarî, netewe dewlet û hêzên hegemonîk hatiye destpêkirin bidomînin. Li ser vê bingehê, em di wê baweriyê de ne ku jinên kurd di nava xwe de yekîtiya xwe ya neteweyî pêşbixîne û bi gelemperî rola xwe ya di hevgihandina jinên enternasyonal ên cîhanê de bilîze. Bi têkoşîna 8'ê Adarê bibe her roj ev roja me pîroz be. Bi têkoşîna jinên berxwedêr TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN"