WAN - Polîsan li taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 21 kes binçav kirin.
Polîsan serê sibê li taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 21 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polisan a Wanê. Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat hînbûn wina ne: Kerem Işik (65), Suleyman Abu (72), Aladdin Kurt (73), Selîm Yorgun (42), Lokman Kaval (40), H. Mehmet Umar, Makbule Umar, Nadir Aba.