Rojnemevan Nedîm Orûç ji doza dihat darizadan beraet kir

ŞIRNEX - Nûçegihanê DÎHA'yê ku bi KHK'yê hat girtin Nedîm Orûç ji doza ku bi hinceta, "endamê rêxistinê û propagandayê" dihat darizandin beraet kir.

Rûniştina 4'emîn a doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle'yê (DÎHA) ku bi KHK'yê hatibû girtin Nedîm Orûç ê 7 çileya 2016'an hatibû girtin û di 10 hezîrana 2016'an hatibû tehliyekirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin. Orûç û parêzerê xwe tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de heyeta dadgehê mutalaya dozgeriyê xwest û dozger di mutalaya xwe de beraeta Orûç xwest.

Piştî ku Orûç û parêzerê wî ji beraet xwestin heyeta dadgehê ji bo biryarê bide navber da rûniştinê. Piştî navberê heyeta dadgehê ji 3 xalên ku tewanbarî Orûç dihatin kirin cuda beraeta Orûç da.