AMED - Nêzikê 100 maşîneyên zirxî sewqî navçeya Licê ya operasyonek leşkerî ya berfireh berdewam dike hat kirin.
Li navçeya Licê ya Amedê piştî 5'ê Adarê li 18 gundan "qedexeya derketina derve" hatiye îlankirin operasyona bi 8 hezar leşkerî ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Operasyona leşkerî ku di navbera navçeyên Licê û Dara Hênê hatibû destpêkirin zêdetir li çoltarên gundên Zengesor, Xosor, Mergê, Mizak, Hendiv, Barav û Axtiganê hat berfirehtirkirin. Ji ber qutkirina şebekeyên telefonan jî ji niştecihên gundan agahî nayê girtin. Ketin û derketina gundan jî ji aliyê leşkeran ve hatiye qedexekirin. Duh danê êvarê jî nêzîkê 100 maşîneyên zirxî yên bi navê kobra û kirpî sewqî herêmê hat kirin. Her wiha bi helîkopteran jî sewqiyatek mezin tê kirin. Di encama operasyonê de heya niha gelek gundiyên herêmî hatine binçavkirin û hat zanîn ku welatiyên bi navê îdris Atagun û Ahmet Alkin ê ajalên xwe birin mergê jî hatine binçavkirin. Derbarê kesên binçavkirî de agahiyên berfirehtir nehat girtin.