Îdiaya îşkenceya psîkolojîk li girtiyê nexweş dikin

WAN - Girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş ê ku herdu destên wî jî tuneye hat îdiakirin ku rastî îşkenceya psîkojîk a mirûdê girtîgehê tê.

Girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş ê ku herdu destên wî jî tuneye ligel rapora Saziya Tiba Edlî ya nikare li girtîgehê bimîne jî nayê berdan hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîdê rastî îşkenceya psîkojîk a mirûdê girtîgehê tê. Tahîr Aktaş ê ku bi kurê xwe yê di hucreyê de bi tena serê xwe dimîne re di 7'ê mijdarê de hevdîtin pêk aniye got ku ji ber şertên di tê de rewşa kurê wî her diçe girantir dibe.

'DI BIN PÊKÛTIYA PSÎKOLOJÎK DE YE'

Aktaş diyar kir ku wî dîtiye ku rewşe kurê wî xirabtir bûye û hevdîtinên bi rêveberiya girtîgehê jî encam negirtiye. Aktaş wiha got: "Me dev ji azadiya kurê xwe berdaye êdî tekane daxwaza me heye bila wî derbasî cem hevalên xwe bikin. Di vî hevdîtinê de Ergîn qasî nîv saetî li ser xwe ve nehat. Ji ber rewşa fîzîkî û pêkûtiyên psîkolojîk rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Herdu destên kurê min jî tuneye, nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne ji ber vê yekê jî midûrê girtîgehê diçe hucreya kurê min û henekê xwe bi wî dike."

Aktaş banf li rêxistinên civakî yên sivîl û parazvanên mafên mirovan kir.

Têkîldarî îdiayê rayedarên girtîgehê ku em li wan geriyan bersiv nedan telefonên me.