Ferhat Encu: Ne ez îradeya gelê Şirnexê tê darizandin

ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu, diyar kir ku çawa ku bi girtina wî ya cara 2'emîn mafê wî yê siyastê hatibe gaspkirin mafê heyata dozgeriyê jî hatiye gaspkirin û got: "Ne ez têm darizandin îradeya gelê Şirnexê tê darizandin."

Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu ku li Girtîgeha Kandira dimîne bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina doza ya bi hinceta, "Di ser malperên ciwakî gel teşvîqê rêveberiya cehwerî kiriye û behsa rêweberiya xweser kiriye hatiye vekirin bû. Doza Encû li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Şirnexê hat dîtin Di eywana dadgehê de Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez, endama HDP'ê Nuran Îmîr, malbata Encu û parêzerên Encu amadebûn. Piştî îdaename hat xwandin Encû dest bi parastina xwe kir.

DIVÊ EZ LI DIJÎ BÊ HIQÛQIYÊ RAVESTIM

Encû dest pêkê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cihanê pîroz kir û wiha parastina xwe kir: "Em roja dest pêkê heya niha dibêjin ji bo ku em mafê xwe yê siyasî pêk neynin em tên girtin. Ji ber wê jî ez sipasiyên xwe li Dadgeha 1'emîn ya Cezayê Giran dikim. Em ji bo xwe siyasetê nakin. Em ji bo mafê hemû gelan siyasetê dikin. Ji ber ku her tim mafê wî gelî hatiye bên pêkirin. Divê ez jî weke siyasrtmedarêkî pêşiya wê bê hiqûqiyê revestim. Weke min doza dest pêkê de jî anî ziman ne ez îradeya gelê Şirnexê tê darizandin."

BIRYARA DADGEHÊ LI DIJÎ BIRYARA DADGEHÊ YE

Encû bibîr xist ku ew pîştî tahliyekirinê 2 rojan dema di hat serdana malbata xwe hat girtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çawa ku wek parlamenter mafê min cara 2 hatibe gaspkirin mafê we û biryara we jî hatiye gaspkirin. Dozger çawa ku biryara girtina min carek din da û di îdaemê de xasteka min vale dît biryara we jî vale derxist. Dadgeha 1'emîn Cezayê Giran bi hinceta min di nûçeyekê de nêrînên xwe anîne ziman dozger biryara girtina min daye. Biryara doza min tenê hûn dikarin bidin. Dadgeha Cezayê Giran nikare di derheqê doza min de tu biryaran bide. Ev biryara girtina min ya 2'emîn li dijî heyeta we ye."

MAFÊ ME YÊ SİYASİYE

Encû diyar kir ku wî nêrînên ku daye çapemeniyê li ser malperên ciwakî parvekirye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çapeneniyê li gor rojeva xwe axaftina min kirî kirye ser nava xwe. Weke min doza din jî anî ziman di derheqê wê nûçeyê de heya niha ji min re lêpirsîn ne hatine vekirin. Lê di îdanemeyê de ez ji ber wê nûçeyê têm darizandin. Ez di derheqê wê nûçeyêde tu tiştî na bêjim. Lê bila bizanibin ku di wê nûçeyê de jî min nirxandina siyasî kiriye. Tu tiştên dervey hiqûqê min ne anîne ziman. Wî demî ez li Hezexê bûm û li wir qedexeya derkevtina derve hebû. Nirxandina min jî li ser pewçûnên ku li herêmê pêk hati bû. Dema mirov dinêre tu pirsgêrikên ku ez jê bêm girtin nînin. Qedexeyên derve û xendek di parlementeran ve girdane. Dibe me li ser rêveberiya xweser daxuyanî dabin lê ew jî mafek siyasi û xwezayî ye."

NÎQAŞÊN SIYASI WEK SUÇ TÊN DÎTIN

Encû da zanîn ku rêveberiya xweser di tuzuka HDP'ê de hebû wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya xweser pirojek çareseriyê bû. Ji bo partiya me rêveberiyên giştî, jiyana rojane û mafê demokrasiyê ye rêveberiya xweser. Partiya me jî wê rast dibîne û jê fêm dike. Di wê rêveberiya xweser de jî tundî tine. Li dijî tundiyê bû ku dera wê terore ku dera wê propagandaye. Me rêveberiya xweser bi rêyên vekirî ji gelê xwere got û me wan da fêmkirin. Tu tiştê veşartî çênebû heya niha. Bi salane ew di tuzuka HDP'ê de heye û gelek caran jî di Meclîsê de bi rêyên fermî anîne ziman. Heya niha jî di derbarê partiya me de tu lêkolîn û lêpirsîn ne hatiye kirin. Di dadgehên we de nîqaşkirina rêveberiya xweser wek suç tê nîşandan. Niha li vir nîkaşên siyasî wek suç tên nirxandin."

Piştî Encû parêzeran parstina Encû kir û daxwaza berdan Encu kirin. Heyetê piştî navberek kurt biryara taloq dozê da û doz taloqê 21'ê Nîsanê kir.

Dayîka Encû bertek nîşanê biryara dozger da û got: "We kurê min Serhat kuşt Ferhat jî girt.