STENBOL - Rojnameger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat ên bi îdîaya maîlên wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Tebîetê yên Redhackê belav kirine hatibûn girtin 50 rojin girtî ne.
Rojnameger Midûrê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Omer Çelik, Etîtorê Nûçeyan ê Dîkenê Tunca Ögreten û Berpirsiyarê Muhasebeyê yê Rojnameya Bîr Gun Mahir Kanaat ku bi hinceta maîlên wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Tebîetê yên Redhackê belav kirine hatibûn girtin 50 rojin girtî ne. Rojnameger, di 25'ê Kanûna 2016'an de hatibûn binçavkirin û piştî 24 rojan di bin çavan de hatibûn girtin di 17'ê Çileya 2017'an de hatin girtin. Rojnamegerên ku 50 rojin girtî ne, hêj îddîanameya der barê wan de nehatiye amadekirin. Di çarçoveya lêpirsîna rojnamegeran de herî dawî Rojnameger Deniz Yucel jî 9 roj berê hat binçavkirin û girtin.
Rojnamegerên bi îdîaya mailên Wezîr Albayrak belav kirine hatin binçavkirin bi îdîaya "“Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.