MÊRSÎN - Dema parlamenterê serbixwe Umit Ozdag û Parlamenterê MHP'ê yê Kayseriye Yusuf Halaçoglu xwestin li navçeya Sîlîfkiyê civîn pêk bînin, komek endamên MHP'ê êrîşî salona civînê kirin û alozî derket.
Li navçeya Sîlifke ya Mêrsînê dema parlamenterê serbixwe Umit Ozdag û Parlamenterê MHP'ê yê Kayseriye Yusuf Halaçoglu xwestin civîn pêk bînin, komek endamên MHP'ê êrîşî salona civînêkirin. Piştî êrîşê parlamenter Ozdag û Halaçoglu, ji salonê derketin. Parlamenterê MHP'ê Halaçoglu daxuyanî da Oda TV û wiha got: "Yên ku difikirin bi van tevgeran em gavan paşve bavêjin xwe di xapînin. Em ji bo îktîdara kesekî neketin rê. Em ji bo pergala Komara Tirkiyeya Parlamenter derketin rê. Me ji bo parastina vê Qanûna Bingehin li ser şeref û namûsa xwe sûnd xwariye. Ger ku ji gotina min a "Na" ditirsin çima êrîşî min dikin ku ez ne axivim. Çima yên dibêjin "Na" asteng dikin. Dê çiqas karibin bi van êrîşan dengê "Erê zêde bikin? Gelo dema sibê pergala yek zilamî pêş bikeve dê bêtir xerabtir nebe? Ji bo "Na" malzeme dixin destê gel.