Qeyûmê tabela kurdî ya şaredariyê daxist

AGIRÎ - Qeyûma tayînî şaredariya Agiriyê hat kirin tabelayên şaredariyê yên kurdî û tirkî rakirin.

Wezareta Karên Hundir piştî Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik di 1'ê Adare de ji peywirê girt, di 2'ê Adarê de qeyûm tayînî şûna wî kir. Waliyê Agiriyê Musa Işin ê wekî Qeyûmê tayînî şaredariya Agiriyê hat kirin tabelayên şaredariyê yên kurdî û tirkî rakirin. Li ser deriye şaredariyê bi kurdî û tirkî bi du zimanan tabelaya bi navê "Şaredariya Agiriyê" hatibû daliqandin.