Rojnameger Sedat Sur hat binçavkirin û berdan

ÎZMÎR - Rojnameger Sedat Sur li Balefirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê hat binçavkirin.

Rojnameger Sedat Sur ji aliyê polîsên TEM’ê ve dema ji Stenbolê hat Îzmîrê li Balefirgeha Adnan Menderes hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina Sur ne hat zanîn û hat zanîn ku birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Îzmirê. Sûr piştî îfade da hat berdan. Sûr di hesabe xwe yê twîtterê de diyar kir ku ji ber dozek berê hat binçavkirin û piştî ifade da hat berdan.