Toreke piştevaniyê: Navêje Bide!

STENBOL - Alî Mersin, bi vekirina kafeya Bogurtlenê di navbera kesên hewcedar û kesên piştevan de wek pirekê tevdigere û bi koma xwe ya bi navê “Navêje Bide” toreke piştevaniyê çêkiriye.

Welatiyê bi navê Alî Mersin ê bi salan karê kafekariyê dike, niha jî li gel vî karî di navbera kesên hewcedar û kesên piştevan de wek pirekê tevdiger. Mersin, 3 sal berê li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê bi navê Bogurtlen (dirîreşk) kafeyeke biçûk vekiriye û got, xebatên wî yên alîkariyê 6 sal berê dest pê kirine.

Mersin di hesabên civaka medyayî de bi navê “Navêje Bide” kom vekirin û bi saya van koman bi hezaran mirovî li dor platformeke alîkarî-piştevaniyê anî gel heve. Mersin wiha got: “Mebesta me ew e ku, heta ji destê me bê em hindik pereyan xerc bikin û bêyî ku em eşyayên di dest xwe de bavêjin, wan ji bo bikaranînê dubare veguherînin û bigihînin kesên hewcedar. Yanî mirov dikarê jê re bibêje veguhêrîparêzî. Tiştekî pêdiviya me pê hebe, em ji van koman dixwazin. Di vê komê de mirov eşyayên bi kar nayînin, lê mirov dikare bi kar bînin bi teklîfekê datîne û em jî li kafeyê digihînin kesên pêdiviya wan pê heye.”

Mersin ê got, “Em jî li vê kafeyê teslîmata van beran dikin” diyar kir ku, wan asta pakêtan diyar kiriye û li gor vê di ser kafeyê re digihînin xwediyên wan ên nû. Mersin, da zanîn ku pakêtên mezin yanî yên wek eşyayên malê ew teslîmata wê di navbera her dua liyan de çêdikin. Mersin, anî ziman ku di koman de hin pîvan hene û di çarçoveya van pîvanan de pêwendî tên danîn û wiha axivî: “Di koman de pîvanên me hene. Mixabin wek her carê li vir jî carinan binpêkirina qenciyan çêdibe. Kesên nerihetiyê dikin û mubalexeyê dikin em wan asteng dikin. Li gel vê, pakêtên li kafeyê tên danîn divê herî dereng di nava hefteyekê de bên teslîmkirin. Yan jê em wan didin hin kesên din.”

‘QENCÎ Û BEDEWÎ TÊGER E’

Mersin, anî ziman ku wî berê jî bi hin derdorên nêzî xwe re xebatên wisa kiriye û wiha axivî: “Me hilcoyek (pincek) danîbû ber kafeyê. Me hevalan kincên xwe yên paqij ên me bi kar nedianîn li vê pincê dalidiqandin. Kesên pêdiviya wan pê hebû dihatin dibirin. Hin jê dixwest pereyan bide. Dema me digot bêpere ne, diheyirîn. Ev rewş bandorê li hin kesan dikir û ew jî daxilî vê xeleka alîkariyê dibûn an jî qenciyeke din dikirin.”

Mersin got, “Qencî û bedewî têger in” û anî ziman ku, kêfxweşîkirina hin kesan karekî xweş e û ji bo alîkariyên wisa pêdivî bi cihwaran tune ye. Mersin, dest nîşan kir ku eşyayên hindik bêtir mirovan bextewar dikin û balê kişand ser girîngiya parvekirinê.