Bi BÎMER'ê mudaxaleyî dosyeya Kazanhan tê kirin

ŞIRNEX- Têkildarî doza Nihat Kazanhanê 12 salî yê li Cizîrê hat qetilkirin, piştî 13 sal ceza li polîsê bi navê Mehmet Nur Baki Goçmez hat birîn, parêzerên malbatê dosye veguhastibûn dadgeha herêmê. Lê hîn jî bi daxwaza xelatkirina Goçmez, bi riya BÎMER'ê name tên şandin.

Li Taxa Yafesê ya Cizîra Şirnexê di 14'ê Çileya 2015'an de Nihat Kazanhan ê 12 salî bûbû hedefa guleya polîsan û jiyana xwe ji dest dabû. Di doza Kazanhan de polîsê bi navê Mehmet Nur Baki Goçmez hat darizandin û 13 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di biryara ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê giran a Cizîrê hat dayîn de, ji bo cezayê Goçmez daxistina "Tehrîka neheq" û "Rewşa baş" hatibû sepandin. Parêzerên malbatê jî diyar kirin ku ev biryar têr nake û dosye veguhastibûn Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê.

Ji aliyê dadgehê ve pêvajoya dîtina dosyeyê didome, lê li gel domandina vê pêvajoyê jî dosyeya diviya girtîbûna, nameyên bi daxwaza xelatkirina Goçmez ji Navenda Kirariyên Agahdariyê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) re tên şandin lê dosyeyê tên zêdekirin.

Herî dawî nameya ji aliyê kesa bi navê Fatma Nur Acar hatiye nivîsandin li dosyeyê hat zêdekirin. Acar di nameya xwe de pêkanîna Goçmez a ji bo Kazanhan wiha şîrove dike: "Di 14'ê Çileya 2015'an de rewşeke wehîm hatiye serê polîsê me" û wiha dibêje: "Li ser vê bûyerê Selahattin Demirtaş qapsula gazê aniye TBMM'ê û got, eşqiyayên wê vê kirine. Bi vê re careke din dewletê bi kujeriyê tawanbar kiriye."

KAZANHAN BÛ XAYINÊ WELAT, POLÎS JÎ BÛ MÊRXASÊ WELAT

Acar di nameyê de diyar dike ku ragirtina Goçmez neheqiye û wiha dibêje: "Polîsên me yên taybet ji bo yekîtî, dîrayet û nedabeşkirina dewleta me, her çi qas zanibû dê şehîd bibe jî çî wir. Ev bûyera bêtalih nehata serê wî, belkî şehîd jî bibûna. Divê di saxiya wî de em xwedî li polîsê xwe yê taybet derkevin, da welat sax be, zînde be. Li welatê me gelek xayinê welat hene, hem ji derve hem jî ji hundur êrîş dikin. Ji ber vê pêdiviya me bi van mêrxan heye, serokwezîrê min divê em xwedî li vana derkevin. Wekîdin tu welatekî me tune ye. Di serdemeke ku têkoşîan li dijî terorê de, ev bûyer dibe sedema xerakirina moralê polîsên me. Em tika ji we dikin, xwedî li van mêrxasên welat, li kesên wek Mehmet Nur Baki Goçmez ên ji bo welat canê xwe didin xwedî derkevin, da tu xaîn nikaribe li pêşberî me rawest e. Ev dewlet ne kujer û zalim e. Birêz serokwezîrê min, ji kerema xwe li ser mijarê rawestin û piştevaniya vî mêrxasê me bikin."