ÊLIH - Li Êlihê, hatibû îdîakirin ku Ebru Şîmşek a 18 salî bi çeka aîdî bavê xwe întihar kiriye. Lê li gel vê îdîayê jî li bedena Şîmşek rastî tu şopên çekê nehatiye. Tê nirxandin ku, Şîmşek bûye qurbana cinayeta navmalê. Her wiha zêdeyî 4 mehan e ku di dosyeyê de jî tu pêşveçûyîneke çênebûye.
Li Êlihê, di 4'ê Cotmeha 2016'an de dayika zarokekê Ebru Şîmşek li malê bi awayekî mirî hatibû dîtin. Hatibû îdîakirin ku Şimşekê întihar kiriye, lê di lêkolînan de diyar bûbû ku li ser bedan wê tu bermayiyên berdana çekê tune ne. Ji ber vê jî tê nirxandin ku dibe Şîmeşek bûbe qurbana cinayeta navmalê. Li gel vê her çi qas zêdeyî 4 mehan jî di ser bûyerê re derbas bûbe jî heta niha di dosyeyê de tu pêşveçûyînek xwe nedaye der û her wiha ji ber bûyerê îfadeya tu kesên gumanbar nehatiye wergirtin.
‘DIXWEST JI VAN DERAN BIÇE'
Hat zanîn ku, Ebru Şîmşek tim ji diya xwe re digot ew dixwaze ji van deran biçe û beriya bûyerê çûye Termînala Navbajêran a Êlihê, lê bav û du kekên wê ew anîne malê. Piştî wê tînin malê, hat îdîakirin ku Şimşekê li malê bi demançeya bavê xwe întihar kiriye.
‘EM Ê ŞOPDARÊ BÛYERÊ BIN'
Li Êlihê li ser çekê lêkolînên balastîk hatin kirin, lê ji ber ji van lêkolînantu encam derneketin, ji bo lêkolînkirin çek şandin Enqereyê. Parêêzerên Komîsyona Jinan a Baroya Êlihê, diyar kirin ku ew li benda encamên çekê ne û gotin, piştî lêkolîn bi encam bibin ew ê ji dozgerê lêpirsînê dide meşandin doza gelek tiştan bikin û ew ê şopdarê vê dozê bin.