Tu şopa ermeniyan nehiştin

SÊRT - Madena sifirê ya Şîrwanê, ku 17 karker lê mirin, dêr, gor, mal, kanî, bax û baxçeyên aydî ermeniyan jî tune kirin. Bayram Babak ê ermenî, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Li gund av jî nema. Tu bixwazî fêkî biçinî jî, tu nikarî. Em zaf li ber rûxandina dêrê ketin. Tu zanî, rojê carekê demara mirov lê dide. Tu zanî ezîzam, yê min jî dema erdê me, dargwîzên me, kalikê min Berxo tê bîra min demara min lê dide..Şopa bapîrên me yên ermenî jî nehiştin."

Di xebatên madenê de, Dêra Hespa Reş û dêreke dîrokî ya aîdî ermenan bi temamî hatin rûxandin. Her wiha hemameke dîrokî û 3 aşên dîrokî jî yên xwedî dîrokeke dûr û dirêj bûn jî êdî tune ne. Di dema kolandinan de mal hatine rûxandin, mirov koç kirine, riwek hatiye texrîbkirin, çêre û gelek zevî jî bi temamî hatine tunekirin. Di berawirdkirina wêneyekî ku beriya maden bê avakirin hatiye kişandin û dîmena niha de bi awayekî aşkere texrîbat dixuyê.

Berê li gundê Madenê gelek ermen dijiyan, lê piştî Qirkirina Ermeniyan a 1915'an tenê li vî gundî kurd man. Lê hîn jî nêzî 60 ermen li gund dijîn. Ji vana hin jê nasnameya xwe vedişêrin û hin jê jî aşkere dikin. Ji niştecihên ermen ên gundê Madenê Bayram Babak (67), behsa dewlemeniyên wan ên hatine tunekirin kir.

‘TU KUDERÊ BIKOLÎ EW DERTÊN...'

Babak, hem pêvajoya dîrokî ya gund hem jî bi avakirina madenê tiştên hatin windakirin bi me re parve kir. Babak wiha vegot: “Beriya me ermeniyan, nêzî 500 salî êzidî liv ir jiyane. Bi fermanekê ew hatin qetilkirin. Gorên li Zozana Bacevayê hemû yên êzidiyan e. Ev der ji pêşengê eşîra êzidî Şîrîn Anqosî ji me re maye. Piştî wan em li vir bi cih bûne. Li vir bi qasî 100 salî ermen jiyane. Paşê piranî jê di dema Qirkirina Ermeniyan a 1915'an de hatin kuştin û koçkirin. Yên reviyan ji xwe reviyan, yên mirin ji xwe mirin, yên man jî ji xwe man...Me jî xwe li eşîrên hatin vir hêwirandin. Ji xwe eşîrên kurd ên hatine vir, xweşikî bi çandiniyê filan û bêvan nizan bûne. Ji bo ji ermeniyan hîn bibin, wan nekuştine. Wan dane xebitandin. Hemû malên li gund li ser navê kalikê min Berxo hatine qeydkirin. Hîn jî ev der wisa tê zanîn. Hemû qad wek Dara Berxo Çandî tê nasîn. Yanî bi navê kalikê min tê yadkirin. Niha tu ew cihê ku kepçe lê dixebitin dibînî. Hîn jî ji wir hestiyên mirovan derdikevin. Çend roj berê jî hatin derxistin. Hestî aîdî ermeniyan e. Piranî jê li cihê ku dêr lê hat rûxandin derketin. Di demeke nêz de belkî nêzî 100 torbe hestî hatin derxistin. Hemûyan xistin torbeyan û binax kirin. Di kolandinan de odeyên aîdî ermenan, tunelên çêkirine derdikevin holê. Tu kuderê dikolî rastî şopa wan têyî. Ya hestiyên wan an jî berhemên wan."

Babak ê kêliyekê rawestiya wiha domand: "Apekî min li Mûsilê derket holê. Apekî min li Şirnexê. Aha tu vî çiyayî dibînî ne wisa? Çiyayê Ziravkê. Ew çiya. Em jê re dibêjin Çiyayê Ziravkê. Kalê min digot, ermenî dibirin wî çiyayî. Tevî zarok û jinan gulebaran dikirin."

HESTÎ JI ALIYÊ ZAROKÊN GUND VE TÊN BERHEVKIRIN

Li madenê bêyî tevdîr bêng irtin, xebat hatin kirin. Di dema xebatan de Dêra Hespî Reş bi temamî hat tunekirin. Fîrma bi pereyan bi zarokên 15-16 salî hestiyên derketin holê da berhevkirin. Hat zanîn ku, hestiyên derketin holê li devereke din hatine binaxkirin.

‘DEMA KALIKÊ MIN BERXO TÊ BÎRA MIN...'

Babak, dema behsa windakirina bîranînê xwe dike, diyar dike ku bi ocaxa madenê re mal û zeviyên wî jî hatine tunekirin. Babak li dijî tunekirina şopa bapîrên xwe wiha bertek nîşan da: "Ezîza min, tu zanî niha li hember kepçe dixebitin, aha li wir mala min hebû. Baxçeyê min hebû. 86 dargwîzên min hebûn. Herî zêde jî li ber wan dargwîzan dikevim. Niha tu tişt nema ye. Hemû hatin tunekirin. Li gund av jî nema. Heke tu bixwazî zebze biçinî jî, tu nikarî. Çimkî ji bo çandiniyê deverek nemaye. Deverek tune ye ku tu heywanan biçêrînî. Em zaf li ber rûxandina dêrê ketin. Tu zanî, rojê carekê demara mirov lê dide. Tu zanî ezîzam, yê min jî dema erdê me, dargwîzên me, kalikê min Berxo tê bîra min demara min lê dide..."

LI HÊLEKE WÎ ÇIYAYÊ ZIRAVKÊ, LI HÊLEKE WÎ MADENA KUJER

Babek li ser girekî bilind mal çêkiriye û tam li hemberî wî ocaxa madenê ya bû sedema mirina 17 karkeran û Çiyayê Ziravkê yê li gor vegotinên kalikê wî ku di dema Qirkirina Ermenan a 1915'an de ermenî li wir dihatin gulebarankirin heye.

Diren Yurtsever - dîhaber