NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura, diyar kir ku 5'iemîn civîna aştiyê ya Sûriye ku li Cenevre pêk bê dê di 23'ê Adarê de pêk bê.
5'emîn Civîna Aştiya Sûriyeyê ya Cenevreyê di 23'ê Adarê de dest pê dike. Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura, diyar kir ku 5'iemîn civîna aştiyê ya Sûriye ku li Cenevre pêk bê dê di 23'ê Adarê de pêk bê. Mistura, piştî civîna 4'emîn a Cenevre bi dawî bû Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbuyî agahdar kir.
Mistura, anî ziman ku civîna 4'an a Cenevre 9 rojan berdewam kir û tu mucîze derneket. Mistura da zanîn ku tu kes ji masê neqetiya ye û civîn serkeftî bi dawî bûye. Mistura, anî ziman ku di civînek din de dê rêveberiyê, pêvajoya qanûna bingehîn, hilbijartin û têkoşîna bi terorê re niqaş bikin. Mistura, destnîşan kir ku dê heta demek din dîsa muzakere bi awayekî ne raste rast bi riya kesên din bê meşandin. Mistura da zanîn ku civîna li paytextê Astana yê Kazakistanê pêk bê dê îhlala agirbestê bigirin dest. Mistura, bilêv kir ku ger agirbestek xurt dernekeve dê hevdîtin zerarê bibînin.
Mistura bal kişand ser hevdîtinên Serfermandarê Giştî Orgeneral Hulusi Akar, Fermandarê Artêşa Rûsya Valeriy Gerasimov û yê DYA'yê Joseph Dunford ya li Antalyayê pêk hat jî diyar kir ku zirveyek girîng e.