AMED - Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi tevlêbûna 10 hezar leşker berdewam dike. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi şev hat Lîcê û vegeriya.
Operasyona çoltarên Lîcê ku di 05'ê Adarê de dest pê kiribû berdewam dike. Di çarçoveya operasyonên leşkerî de ketin û derketina 18 gundên herêma Lîcê hatibûn qedexekirin û hêj welatî nikarin derkevin dervêgund. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Yaşar Guler û Midûrê Polîsan ê Giştî Selami Altinok ji bo der barê operasyonê de agahî bigirin bi şev hatin Lîcê û piştî bi fermandaran re civin pêk anîn dîsa bi şevê ji Lîcê vegeriyan.