SÊRT - Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn li mala xwe hate binçavkirin. Piştî îfade da hat berdan.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Abdullah Çetîn serê sibehê li mala xwe hate binçavkirin. Piştî lêgerîna li mala xwe Çetîn hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê. Çetîn piştî li Midûriyeta Polisan îfade da hat berdan. Çetîn di çarçoveya lêpirsînekî ku hatiye vekirin de fadeya da.