Di doza Ozgur Gundemê de cezayê pere: Piştgiriya ji rojnameya Musa Anter re rûmete

STENBOL - Ji rojnamegerên ku di doza piştevaniya bi Ozgur Gundemê de cezayên cuda hatin dayîn. Kurê Musa Anter Dîcle Anter ku 7 hezar TL cezayê pere girt di parastina xwe de wiha got: “Piştgirî dayîn ji rojnameya ku bavê min qunçiknivîsiya wê dikir ji bo min meseleya rûmetê ye.”

Ayşe Batumlu, Derya Okatan, Dîcle Anter, Necmiye Alpay, Kamru Başer û Faruk Balikçi ku tevlî kampanyaya piştgiriya ji bo ronameya Ozgur Gundemê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derketin pêşberî dadger. Di rûniştina dozê de Anter, Alpay ve Okatan tevlî bûn de rojnamegerên din amade nebûn. Destpêkê Zimanzan Necmiye Alpay îfade da.

DOZA ALPAY HAT TALOQKIRIN

Di dozê de heyeta dadgehê biryara da ku ji 23’emîn Dadgeha Cezayê Giran a ku doza sereke a Ozgur Gundemê lê tê dîtin dosyaya Alpay bê pirsîn û heyete doz taloqî 28’ê Adarê kir.

JI BALIKÇI RE 6 HEZAR TL CEZA

Piştî Alpay rûniştina doza ku rojnameger Faruk Balikçi hat dîtin. Di doza ku Balikçi tevlî nebû de parêzer Ozcan Kiliç parastin kir. Kiliç, diyar kir ku ger feraseta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn li ber çavan bê girtin dê bê dîtin ku nivîs û nûçe sûc nînin. Piştî parastina Kiliç, heyeta dadgehê di biryara dayîn de ji “propagandaya rêxistinê” beraet û bi îdîaya “daxuyaniyên rêxistinê weşandine” 6 hezar TL cezayê pere birî.

ANTER: PIŞTGIRIYA JI BO OZGUR GUNDEMÊ JI BO MIN RÛMETE

Piştî Balikçi, Dîcle Anter parastin kir.
Anter, wiha got: “Ji ber sedemên azad jiyînê ye û ji ber azad fikirîn û îfadekirinê ye. Her wiha ev îfade ne hewceye wekî qalibên hinekan bin. Niha di hemû cîhanê de civaka herî keyfxweş û bihizûr emin, demokrasî û hiqûqa me baş dixebite, qeyûmên tên tayînkirin, girtina parlamenter, akademîsyena, berdana diz û qatilan, girtina komeleyan, derxistina kar a mamosteyan û cezakirina wan, di demek ku dad û hiqûq, qanûna bingehîn bi qanûnên OHAL’ê bê bandor hatine hiştin didome de xwe başkirin di çavê cîhanê de ji bo çiye?”

Anter, di berdewama parastina xwe de ev tişt anîn ziman: “Her wiha ji bo sedemek herî girîng ji mafê gelê kurd, kesên ku demokrasî û wekheviyê ligel canê xwe diparêze, bavê min Musa Anter ku di oxira wê de canê xwe da û piştgirî dayîna rojnameya ku bavê min qunciknivîsiya wê dikire. Ev ji bom in meseleyek rûmetê ye. Bavê min bi nivîsên xwe yên muxalif îktîdara wê demê rexne dikir. Bêyî bitirse dinivîsî. Her tim bal dikişand ser girîngiya wekî mirovekê jiyînê. Ger niha bijiya ba dê bi heman muxaliftiya xwe tiştên jê bawer dikir biparatiba. Ez wekî kesekê ku baweriya wî bi aştî û wekheviyê de piştgiriya bi Ozgur Gundemê re wekî peywir û berpirsyariyekê dibinim.”

JI ANTER RE 7 HEZAR TL CEZA

Piştî parastina Anter, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û diyar kir ku di 3 nivîsên Anter ên di rojnamê de hatine weşandin de “di asta daxuyaniyên PKK’ê û rêxistinên bin wê de ne” ji “propagandaya rîxistinê” ceza nayê dayîn û bi hinceta “daxuyaniyên rêxistinê weşandine” 7 hezar TL cezayê pere tê dayîn.