ŞENGAL - Sazî, dezgeh û cemaetên cuda yên herêma Şengalê bi xwepêşandan û daxuyaniyeke hevpar helwesta xwe ya li dijî êrîşên li ser Şengalê nîşan dan.
Nerazîbûnên li dijî êrîşên komên girêdayî PDK’ê ku di 3’ê Adarê de li ser Xanesorê pêk hatin, di nava civaka êzidiyan de belav dibe. Gelek sazî û rêxistinên ji nêrînên cuda, bi înîsiyatîfa xwe li ser çiyayê Şengalê xwepêşandanek lidar xist. Di xwepêşandanê de nûnerên Mala Êzidiyan, Koma Ciwanên Êzidî, şêniyên Kersê, Serdeştê, Kolka, Borik, Şerfedîn û oldarên ji cemaetên cuda amade bûn. Di çalakiyê de pankartên "Di 3’yê Tebaxê de êzidî hatin qetilkirin, di 3’yê adarê de jî êzîdi di nava siyasetê de hatin qetilkirin", "Êzidiyan rizgar bikin, komkujiyan bisekinîn", "Ji dîktatoriyê re na, ji desthilatdariyê re na, ji azadî û îradeya gelê êzîdî re erê" û "Gel cihê biryarê ye gelê êzidî biryara xwe dide" hatin vekirin.
Di çalakiyê de oldar Mam Şekîr diyar kir ku hêviya wan ji êzidiyan ew e ku rabin ser piyan û berxwedanek mezin nîşan bidin. Şekîr, da zanîn ku koma ku dixwaze bê Şengalê ji bo komkujiya êzidiyan tê Şengalê û wiha berdewam kir: “Lewma divê êzidî yekitî û tifaqa xwe çêbikin.” Oldar Xizmetkar Fadil jî bêdengiya raya giştî ya li dijî van êrîşan şermezar kir. Piştre li ser navê girseyê Feysel Ebdo daxuyaniyek xwend û wiha got: “Divê li hemberî tiştên bi serê Êzidiyan hatine bêdeng nemînin. Gelê Êzidî di jenosîdan re derbas dibe, pêwîste ev bê dîtin û naskirin. Em bang li hêzên navneteweyî û raya giştî dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.” Piştî daxuyaniyê jî gel ber bi Meclisa Avakar a Şengalê ve meşek li dar xist.