SÊRT - Li Şîrwanê piştî xebatên madena sifrê ya Cîner Holdîngê ku hilweşiya û 16 karkeran jiyana xwe ji dest da hat rawestandin, hat îdîakirin ku firotine Cengîz Holdîng a ku îmze avêtiye bin gelek projeyên bi nîqaş.
Li navçeya Şîrwana Sêrtê rojeva dê madena herî mezin a Tirkiyeyê ya aîdî şîrketa Park Elektirîk Koma Cînerê ye ku li gundê Madenê ye dewrî Cengîz Holdîngê bê kirin tê nîqaşkirin. Piştî hezheza ku di 17’ê Mijdara 2016’an de bû sedema mirina 16 karkeran û bi sedan karker ji kar hatin derxistin xebatên madenê hatibûn rawestandin. Hinceta rawestina xebatan jî ji bo ji nû ve xebat bên destpêkrin proje ji Wezîrê Enerjiyê re bê şandin û ji aliyê Midûryeta Giştî ya Karên Madenê (MÎGEM) ve bê qebûlkirin bû. Kargeha ku diyar kir dê ev kar demek dirêj berdewam bike, dibêje ku ji bilî yekîneyên ku xwedî grîngiya karê stratejîkin dê ji 31’ê Adarê pêde dê peymanameya karkerên harine derxistin jî bê betalkirin.
DEWRÎ CENGÎZ HOLDÎNG’Ê KIRIN
Koma Cîner a ku madenê dide xebitandin, di merheleya destpêkê de diyar kiribû ku dê ji pergala vekirî derbasî pergala girtî bibin û ji ber vê jî dê ji Çînê pisporekê bînin. Midûrê Kargehê yê wê demê, gotibû ku dema derbasî pergalê bûn dê karkerên ji kar hatine derxistin carekdin bigirin kar. Lê li gorî îdîayan ji ber projeya ji Wezîrê Enerjiyê re hatiye pêşkêşkirin nehatiye qebûlkirin kana madenê ji bo firotinê hatiye pêşkêşkirin. Kana madenê ya ji firotinê re hatiye pêşkêşkirin tê diyarkirin ku bi Cngîz Holdîngê re li hev kirine. Her wiha tê gotin ku fîrmayê karên firotinê li ser KAP’ê aşkera kirye. Îdîayek din jî ewe ku dê karker bi pergala vekirî kar bidomîne. Ev pergala karkirina vekirî dê wateya dê li gund taxek din jî bê tunekirin.
DESTPÊKÊ CERATTEPE NIHA JÎ GUNDÊ MADENÊ
Di dema hikûmeta AKP’ê de Cengîz Holdîng di meke kurt de pêşket û 400 milyon TL deynê wê hat sîlkirin, bi kana madene ya xwest li qada daristanê ya li Cerattepe a Artvînê çêbike bûbû rojeva nîqaşan. Bi hewldanên hawirdoran destûr nehat dayîn ku qetlîama xwezayê pêk bê. Cengîz holding, xebatên wekî Bendava Ilisu ya ku dê Heskîfê di bin avê de bihêle, Balefirgeya 3’yemîn a Stenbolê, Bendava Yusufelî, Riya Peravê ya Behra Reş, Bendava Oymapinar, Santrala Enerjiya Nukleer a Akkuyu, Projeya Qada Tije a Perava Maltpeyê dida meşandin.